Navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn 2023-03-20 21:18:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihand ku navê 42 zarokên ku mexdûrên erdhejê ne nayê zanîn û tedawiya 110’an jî berdewam dike.    Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî têkildarî zarokên ku mexdûrên erdhejê ne û kesekî bi wan re tune ye de daxuyanî da.    Wezaretê diyar kir ku hezar û 915 zarokên ku kes bi wan re nîne û ji bin kavilan hatine derxistin hatine qeydkirin û hate diyarkirin ku piştî kontrola nasnameyan hezar û 718 zarok radestî malbatên wan hatine kirin.    TEDAWIYA 110 ZAROKAN BERDEWAM DIKE    Wezaretê da zanîn ku tedawiya 110 zarokan berdewam dike. Wezaretê anî ziman ku 85 zarokên ku tedawiya wan temam bûye di bin banê saziya xwe de wergirtinê bin parastinê û wiha got: “Li saziyên lênêrîna zarokan 42 zarokên me yên nasnameya wan nayê zanîn hene. 2 zarokên ku di qeydên me de bûn dem li nexweşxaneyê tedawiya wan berdewam dikir jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di çarçoveya xebatên li ser îxbaran li Modula Zarokan a Rêveberiya Afetê ya Pergala Agahî ya Malbatê hatin kirin de hate tespîtkirin ku 411 zarokên me jiyana xwe ji dest dane.”