Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin 2023-03-20 20:58:48   ENQERE - Rojnamevan Hamdûllah Bayram hate girtin û birin Girtîgeha Sîncanê.    Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hamdûllah Bayram ku li gel 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê derheqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin û derbarê wî de biryara girtinê hebû, hate girtin.    Bayram ê li dozgeriyê îfadeya wî hate wergirtin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hate kirin. Dadgehê derbarê Bayram de biryara girtinê da.    Bayram birin Girtîgeha Sîncanê.