2 kesên di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-03-20 20:06:52   KOCAELÎ - Rêveberê Partiya Çep a Kesk ê Kocaeliyê Ferdî Çîftçî yê bi lêdanê hate binçavkirin û Beyza Nûr Ozmen a 13 salî ku di Newroza Gebzeyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Rêveberê Partiya Çep a Kesk ê Kocaeliyê Ferdî Çîftçî piştî aktîvîteya Newrozê ya duh li navçeya Gebze ya Kocaeliyê hate pîrozkirin ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hate binçavkirin. Serê Çîftçî yê ku polîsan di bin çavan de tundî lê kirin şikest. Çîftçî yê 8 kêlî avêtin serê wî, piştî kirariyên li miduriyeta polîsan, li dozgeriyê îfadeya wî hate wergirtin û bi îdiaya “li dijî polîsan li ber xwe daye” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê Çîftçî berda.    Her wiha Beyza Nûr Ozmen a 13 salî ku bi heman sedeman sewqî dadgehê hate kirin jî hate berdan.