Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga edaletê kir 2023-03-20 19:55:44   STENBOL - Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 92’yemîn a çalakiya xwe ya bi daxwaza edaletê li dar xistin de bertek nîşanî polîtîkayên bêcezatiyê hate dayîn û têkoşîn hate destnîşankirin.    Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 92'yemîn a çalakiya ji bo "33 rêwiyên xeyalan" ku gava pêlîstok ji zarokên Kobanê re dibirin li Pirsûsa Rihayê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin de li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê li hev kom bû. Di çalakiyê de pankarta li ser “Bila dilê me ji bo edaletê lê bide” nivîsandî li erdê hat raxistin. Di nobedê de dowîzên ku wêneyên kesên hatin qetilkirin li ser hatin hilgirtin. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan û kesên birîndarî xelas bûn, endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz, endamên Komîsyona Girtîgehan ên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), rêxistinên ciwanan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û dirûşmeyên “Şehîdên Pirsûsê nemir in” , “Ji bo Pirsûsê ji bo herkesê edalet” û “Dê hesaba Pirsûsê bê pirsîn” hatin berzkirin. Li ser navê înîsiyatîfê Hevserokê HDP’a Kadikoyê Koray Turkay axivî.    KÛRKÛT BI BÎR ANÎ   Koray ê bertek nîşanî polîtîkayên bêcezatiyê dan, diyar kir ku ji bo Doza Kemal Kûrkût jî edaletê dixwazin û wiha got: “Doza Kemal Kûrkût ê di sala 2017'an de li qada Newrozê bi fîşeka polîsan hat qetilkirin, di meha çileyê de hat lidarxistin. Di danişînê de polîsê sûcdar beraat kir. Weke doza Komkujiya Pirsûsê em ji bo doza Kemal Kûrkût jî edaletê dixwazin. Bila were zanîn ku têkoşîna me ya edaletê ne tenê li salonên dadgehan dewam dike. Her cihê ku em 33 rêwiyên xwe yên xeyalan lê bi bîr tînin ji bo me qada têkoşîna edaletê ye.”   Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hate kirin. Bîranîn bi xwendina navên kesên jiyana xwe ji dest dan û bi dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû.