Li Qoserê bi çekê êrişî wesayîtekê hate kirin: 2 kes mirin 2023-03-20 19:28:12   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê li dijî wesayîteke di rê de diçû bi çekê êriş hate kirin, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.    Li dijî wesayîteke ku li ser Cadeya Nexweşxaneya Kevin a navçeya Qosera Mêrdînê di rê de diçû ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve bi çekên lule dirêj êriş hate kirin. Piştî êrişî qelebalixek li cihê bûyerê kom bû û tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di êrîşê de li gorî encamên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Kesên di êrîşê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.   Hate hînbûn ku di navbera kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dan û êrişkaran de dijminatiyek hebû û hêj nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dan nehate diyarkirin.