Rojnamevan Bayram mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî 2023-03-20 17:37:25   ENQERE - Tê payîn ku rojnamevan Hamdûllah Bayram ê li miduriyeta polîsan mafê xwe yê neaxaftinê bikaranî wê sewqî dozgeriyê were kirin.    Kirariyên xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hamdûllah Bayram ku li gel 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê derheqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin ên li miduriyeta polîsan bi dawî bûn.    Bayram ê ji 16’ê adarê ve di bin çavan de ye, li miduriyeta polîsan mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî û îfade neda. Tê payîn ku Bayram wê sewqî dozgeriyê bê kirin.