Turk: Ocalan ji bo aştiya gelan kedek mezin da 2018-04-07 12:14:09 STENBOL – Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk di sempozyuma der barê tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bal kişand ser tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku Ocalan ji bo aştî li Tirkiye û Rojhilata Navîn di nava gelan de pêş bikeve kedek gelek mezin da. Turk, anî ziman ku bi OHAL û KHK'ê neviyê civakê di bin tecridê de ye.  Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike, têkildarî rewşa Ocalan û tecrîa li ser Ocalan tê meşandin li Otela Elite Worldê ya Taksimê sempozyuma bi navê “Pirsgirêka kurd û Polîtîka Hiqûqê ya Tecrîdê" lidar xist. Sempozyum bi şîara “Ji tariyê ber bi hevîyê ve, Ji heviyê ber bi azadiyê ve" bi tevlêbûna gelek siyasetmedaran dest pê kir. Siyasetmedar Ahmet Turk, Akîn Birdal, Sirri Sakik, Ufuk Uras,  Parlamenterên HDP'ê Ayhan Bilgen, Dengir Mir Mehmet Fırat,  Meral Danış Beştaş, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Serokê Giştî yê OSP'ê Sinan Çiftyurek, Lêkolîner Bekîr Agirdir, Hunermend Ferhat Tunç, Akademîsyenê Aştiyê Bahadir Altan, nûnerên komeleya 78’an, YAKAY-DER, DBP, Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), Vakfa Aştiyê û gelek  parêzer amade bûn.    ‘NÊVIYÊ CIVAKÊ DI BIN TECRÎDÊ DE YE'   Di sempozyumê de siyasetmedarê kurd û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Ahmet Turk axaftina vekirinê kir û wiha got: "Mijarên ku îro bên niqaşkirin ji bo pêşeroja Tirkiye gelek girîng in. Wekî hûn dizanin bi îlana OHAL û KHK’yan nêviyê Tirkiye di bin tecrîdê deye. Ez di 12'ê Îlonê de di Zindana Amedê de mam. Divê em wê rojê û îro nedin ber hev. Wê demê îşkence gelek zêde bû. Lê îro hemû zaziyên civakî tevan diyin yek deng, yek reng û yek pergal. Li her derê hişmendiya yekperestiyê pêş dixin. Ev feraset ne tenê li ser Birêz Ocalan li girtîgehê, li ser hemû beşên civakê ferz dikin. Ne tenê birêz Ocalan hemû civak di bin tecrîdê deye. Di darbeyan de di serî de kurdan dikin hedef. Ji avakirina komarê heta niha ev wisa didome. Di serdema 12'ê Îlonê de kurd kirin hedef. Niha jî kurdan dikin hedef. Polîtîka sereke li ser kurdan polîtîkayê pêş dixin. Dixwazin kurdan li gorî xwe terbiye bikin."    ‘AQÛBETA SADDAM HUSEYÎN LI HOLÊ YE'   Turk, destnişan kir ku li kîder cîhanê kurdek hebe, li dijî wî polîtîkaya înkar û zordariyê pêş dixin û wiha berdewam kir: "Li Efrin û Minbiç polîtîkayên li ser kurdan li ber çava nin. Her ku daxwazên kurdan ên heq û azadiyê pêş dikevin zextên li ser kurdan jî pêş dikevin. Polîtîkayên tundiyê yên li ser kurdan jî pêş dikevin. Polîtîkayên şer, tundî û înkarê fêdeyê nadin tu kesan. Aqûbeta Saddam Huseyin û Hitler li holê ye. Polîtîkayên tundî û ewlehiyê fêdê nadin tu kesî. Armanca me em hewldanên demokratîk û pêvajoyek demokratîk pêş bixin. Der barê pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk, ewil Birêz Ocalan got ‘Divê em êdî bi siyaseta demokratîk vê pirsgirêkê çareser bikin.' Ji bo şerê di nava gelan de bi dawî bike hewldanek gelek mezin nîşan da. Em tev bûn şahidê vê yekê. Lê em tev dibînin ku li ser Birêz Ocalan tecrîdek gelek giran heye. Beşir Atalay gotibû ‘Projeyên me yên bi Ocalan re nêzîk in'. Dîsa Bulent Arinç, gotibû ‘Ocalan siyasetmedarekî girîng e' Rayedarên dewletê ku ev tişt gotin îro çima tecrîdê giran dike?"    Sempozyum bi axaftin û niqaşên beşdarên cuda berdewam dike