Çîpras bang li Enqerê kir: Jiyana mirovan nekin amûrê şantajê 2018-04-07 11:58:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras li dijî rehîn girtina du leşkerên Yewnan helwestek hiştk nîşanê Tirkiyeyê da û got: “Jiyana mirovan nekin piyon an jî amûrê şantajê.” Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras ji rojnameya Ducumento re axivî û li dijî rehîn girtina du leşkerên Yewnan bertekek tund nîşanî Tirkiyeyê da û got: “Jiyana mirovan û azadiya mirovan ji bo lîstikên desthilatdariyê ne piyon in û ne amûrên şantajê ne. Divê wiha neyê bikaranîn. Berê dema li ser dewriyê leşkerên Tirk ku çend metroyan derbasî xaka Yewnan bûn, me wan berdan. Em dixwazin Serokomarê Tirk jî wiha bike.”   Ev du meh in du leşkerên Yewnan ji hêla dewleta Tirk ve hatine girtin. Aliyê Tirk dibêje leşkeran bi awayeke derzagonî sînor derbas kirin. Rêveberiya Atînayê jî dibêje ev 2 leşker, di 2’yê Adarê de gava ku di navbera sînorê Tirk-Yewnan de li ser dewriyê bûn, ji ber sedema şertên nebaş ên hewayî bi şaşî sînor derbas kirin. Hikûmeta Tirk di ber leşkeran de 8 leşkerên ku piştî hewldana darbeya 2016’an derbasî Yewnan bûne, dixwaze.