Temellî: Çawa we aramiyê li Tirkiyeyê nehişt, we aramiyê li Efrînê jî nehişt 2018-04-07 11:57:14 ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Çawa ku we aramî li Tirkiyeyê nehişt, niha jî we aramî li Efrînê nehişt.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî beriya civîna Meclîsa HDP’ê têkildarî rojevê nirxandinan kir. Temellî bi rojeva Efrînê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Bi girêdayî dagirkirina Efrînê we 200 hezar mirov ji warê wan kir û niha di şertên zor de dijîn. Hem pirsgirêka wan zexîre heye û hem jî pirsgirêka wan bicih bûnê. Yên bermayiyên DAIŞ’ê OSO’yan birin wir divê wan ji wir bigirin û derkevin. Ji bo efrînî vegerin ser axa xwe, di serî de em bang li NY û dewleta Komara Tirkiyeyê dikin. Hûn li Efrînê talan û diziyê dibînin. Heta dizek û talanger hatine asta ku dê li hev bixin.”    ‘FERASETA KU WALÎ TAYÎNÎ EFRÎNÊ DIKE Û FERASETA QEYÛM TAYÎNÎ BAJARÊN ME DIKE HEMAN FERASET E’    Temellî bal kişand ser gotinên “Li Suriyeyê aramî tune be, li Tirkiyeyê jî aramî tune ye” yên Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan bibîr xist û wiha axivî: “Seranserî şerê li Sûriyeyê cihê herî aram Efrîn bû. Hûn çûn wir jî we aramiyê serûbin kir. Çawa ku we aramî li Tirkiyeyê nehişt, niha jî we aramî li Efrînê nehişt. Aramî bi vegera efrîniyan pêkan e. Li Tirkiyeyê ji 7’ê hezîranê şûn ve bê aramî dest pê kir. Me temaşeyî hilweşandina bajaran kir. Pişt re qeyûm tayînî şaredaryan kirin. Heman feraset û siyaset li Sûriyeyê jî dewam dike. Feraseta walî tayînî Efrînê dike û feraseta qeyûm tayînî bajarên me kirin heman e. Ev feraset ewqas serdest bûye, em hatine halê ku dê li Meclîsê qeyûm tayînî Wekîlê Serokê me Meclîsê bikin. Em her roj li mînakên bêtehamuliya li dijî siyaseta demokratîk temaşe dikin.”   ‘PÊKENOK IN’     Temellî destnîşan kir ku ji bo siberoja Sûriyeyê şikildayîn girîng e û wiha got: “Yê ku vê bixavie pêwîste gelên Sûriyeyê bin. Lê dema em li axaftina kesên têkildarî vê mijarê dinêrin, di nav ên diaxivin de Sûriyeyî nîn in. Wek pêkenokê ye. Yek tirk, yek rûs û yek jî îranî li hev rûnitşine û li ser Sûriyeyê diaxivin. Li wir nûnerên gelên Sûriyeyê nîn in. Halbûkî heke ku li çareseriyek demokratîk a Sûriyeyê digerin, tekane çareserî  çareseriya ku gelên Sûriyeyê hilberînin e.”    ‘HER SÊ WELAT JÎ ŞÎRIKÊ DIZIYÊ LI WIR IN’   Temellî civîna sê alî ya Tirkiye, Rûsya û Îranê jî rexne kir û wiha domand: “Ev zîrveya sê alî li Sûriyeyê ganîmetê diaxivin. Sûriyeyê dagir dikin, pozîsyonên li wir diparêzin û îhaleyên enerjî û înşata li wir daixivin. Taybetmendiyek van welatan a hevpar heye, ev welat hemû rejîma otorîter in. Her rejîma otorîte tenê dikare bê aramiyê, şer bide wir û bibe şîrîkê diziya li wir.”    ‘JI BO HESABÊ HILBIJARTINÊ DEST BI OPERASYONÊ KIRIN’    Temellî gotinên “Me westandina metal avêt” ên Erdogan bibîr xist û got: “Ji bo hesabê hilbijartinê operasyona Efrînê dan destpêkirin. Çend roj berê şêwirmendê wî derket û vê peyamê dide ‘pêşiya înşatê vebû.’ Sûriye ya sûriyeyan e. Efrîn ya efrîniyan e. Em bang li hemû welatan dikin ku ji wir derkevin.”    Temellî diyar kir ku desthilatdarî bi polîtîkayên şer pêşnûmeya hilbijartinê dike û wiha dewam kir: “Polîtîkayên şer nayê meşandin. Ev hilweşandin e. Nikarin vê polîtîkayê bi dijminahaya gelê kurd birêve bibin. Ev ê belavî her deverê bibe.”    Di berdewama axaftina Temellî de ev tişt derketin pêş:    “Di aboriyê de têkçûnek mezin heye. Îro li tevahiya welat qirîzek topyekûn a meşruiyetê heye. Li gel vê yekê li şûna li ser piya bimînin, hemû jêderên welat tar û mar kirin. Jiyanek bi tenduristî ne hiştin e. Qirîza aborî rê li ber rûxandinek mezin vekiriye. Dem bi dem xwe dişibînin serdema Çîller. Dê rûxandina vê yekê ji ya salên 90’î mezintir be. Cihê ku polîtîkaya şer me bi erdê re kaş dike ev nokte ye.    BEDELÊ SEHA HEWAYÎ 20 MILYAR DOLAR E    Divê em li diyalektîka navbera şer û aborî baldar bin. Ev têkiliyek çawa ye me ji Akkuyuyê dît. Li gel ewqas têkçûnê, bi îhaleyan 20 milyar dolar înşata Akkuyuyê ava dikin. Ev îhale ya diyeta vekirina seha hewayî ye. Diyeta vekirina seha hewayî ya li Efrînê 20 milyar dolar e.    ŞER BELAVÎ HER DEVERA TIRKIYÊ, KARGEH Û ZANÎGGEHAN JÎ BÛYE    Şer tenê bi herêmekê re bi sînor nîne li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Li kargeh û zanîngehan jî. Çima dê mirovek zanist çekê bixwe re bigerîne û 4 hevalên xwe bikuje. Tişta vî şerî derdixe divê em li têkiliya siyaset û civakî binêrin. Wê rojê me li Eskîşehîrê temaşe kir. Bersûc di îfadeyên xwe de dibêje ‘min li serokomarê xwe guhdar kiriye’ û feyz jê girtiye. Ev yek rê li ber gelek bûyerên xetere vedike.    KUR LI HOLÊ NÎNE Û ZAVA LI PÊŞ IN    Dibêjin ‘Heke ÎHA û SÎHA tunebûna em li Efrînê bi ser nediketin.’ Derfetan çawa dide zava tê dîtin. Enerjiyê dide zavayek xwe û sanayiya şer jî dide zavayek xwe din. Bêguman di vê navberê de kur ne li holê ye. Bîlal çi dike û yê din çi dike em nizanin. Lê zava li pêş in.    EM Ê BERXWEDANA NEWROZÊ DI 1’Ê GULANÊ DE JÎ PÊK BÎNIN    Em ê berxwedana Newrozê di 1’ê Gulanê de pêk bînin. Em ê li dijî faşîzmê bihar û piştevaniya gelan pêkbînin.    Divê em bi her awayî li dijî OHAL’ê û hemû pêkanînên dij hiqûqî û mirovane derbikevin. Pêwîste em hilbijartinek dê çawa bê lidarxistin nîqaş bikin.”