2 kes li Wan û Kopê hatin girtin 2018-04-07 11:47:29 WAN - Rojnameger Mehmet Dursun li Wanê hat girtin. Li Kopê jî, ji 15 kesên hatibûn binçavkirin, kesek hat girtin.  Li Wanê, rojnameger Mehmet Dursun di rojên borî de hatibû  binçavkirin. Dursun derket pêşberî dadgehê û dadgehê bi hinceta hevdîtinên telefonê yên sala 2014’an ên bi çavkaniyên nûçeyan re kirin û bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” ew girt.    Li aliyê din, 12 kesên di navê de Hevserokê HDP’a Rêya Armûşê Tahîrhan Sayyîgît jî heye yên di 2'yê Nîsanê de hatin binçavkirin, 5 rojin li Midûryeta Polîsan tên girtin.    KESEK LI KOPÊ HAT GIRTIN    Li navçeya Kopê ya Mûşê jî di serdegirtina malan de 15 kes hatibûn binçavkirin. Ji 15 kesan Tahsîn Demîr bi îdîya “Endamê rêxistinê” hat girtin. Hat diyar kirin ku dê di wextên pêş de îfadeya 14 kesên dibin çavan de jî bên girtin.