Waniyan ji bo Erdogan got: Yê vîna me nas nake em jî wî nas nakin 2018-04-07 11:12:04 WAN – Serokomarê AKP’î Erdogan sibê diçe Wanê. Waniyan li dijî hatina Erdogan bertek nîşan da û got: “Şer, mirin, girtin, zext û zem her roj zêde dibe. Erdogan dê were çi? Ji gel re çi bêje? Yê vîna me nas neke, em jî wî nas nakin.”  Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan sibê bi boneya beşdarî 6’emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe bibe diçe Wanê. Ji niha ve ji bo çûyîna Erdogan li her deverê bajêr tedbîr hatine girtin û jiyanê li bajêr tevizandine. Ji bo hatina Erdogan her deverê bajêr jî bi kulîlkan dixemîlînin û hemû rê û peyarêyên xerabe jî çêdikin. Di serî de qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê kirin û hemû saziyên dewletê ji bo hatina Erdogan dest bi seferberiyê kir. Welatî ji aliyê polîsan ve tên rawestandin û lêgerînan li ser wan pêk tînin. Li aliyekî hemû çalakî û şahiyên sazî û partiyên muxalîf tên astengkirin û li aliyê din jî hemû çalakî û kolan ji bo hatina Erdogan serbest kirin e. Li gel maşîneyên zirxî banga beşdariya kongreya AKP’ê tê kirin.    Şêniyên Wanê hatina Erdogan nirxand û got: “Yê vîna me nas neke, em jî wî nas nakin. Em wek gelê Wanê hatina wî naxwazin.”    'BILA EWIL VÎNA ME YA LI GIRTÎGEHAN BERDE’    Ji welatiyan Perîxan Îta got: “Erdogan di ber deriyê me de jî derbas bibe, em ê lê ne nêrin. Çima wekîla me Fîgen Yuksekdag girtî ye? An jî çima wekîliya Tuba Hezer xistin? Bila ewil bersiva van pirsa bide me. Êdî em wek gelê kurd ji girtin, binçavkirin, zilm û zextê re dibêjin ‘bes e.’ Daxwaziya me mezin ew e ku bila ewil vîna me yên di girtîgehan de berdin. Li vî bajarî kar nîne, gund û zozanên me qedexe ne û em nikarin tiştekî bikin. Heke ku Erdogan hemû daxwazên gelê me pêk bîne û qebûl bike, bila kerem bike were serçava. Lê heke ku qebûl neke û pêk neyne tu wateya hatina wî nîne.”    ‘BILA EWIL HURMETÊ NÎŞANÎ VÎNA ME BIDE’    Meryem Uzuner jî got: “Serokkomar ji bo me tiştek nekiriye radibe tê vir. Em wî naxwazin û hatina wî me eleqedar nake. Kesê vîna me dixe hundir, tu wateya hatina wî nîne. Bila ewil hurmet nîşanî deng û vîna me bide.”     ‘EFRÎN AXA KURDAN E’    Ji welatiyan Kumru Uzanay jî wiha axivî: “Gundê me vala kirin û tişta nema nehat serê me. Demek kin beriya niha çûn li Efrînê axa kurdan dagir kirin. Efrîn ne ya tu kesî ye ya kurdan e. Em tu tiştekî ji wî daxwaz nakin. Bila destpêkê girtiyên me berde û bila hurmetê nîşanî kurdan bide.”    ‘BIXWEDÊ TU KES GIRÎNGIYÊ NADE HATINA WÎ’    Hiznî Ugurlu jî da zanîn ku hatina Erdogan a Wanê tu tiştek ji bo wan bi mane nake û got: “Em naxwazin bê Wanê. Heke were vir dê çi bike û ji bo me çi bike. Ji her demê bêtir li ser me zext û zordarî heye. Bixwedê tu kes girîngiyê nade hatina wî.”    ‘DÊ ÇAWA KUŞTIN Û ŞER RAVE BIKE’    Sekvan Tutuk jî anî ziman ku pêşveçûyîna welat her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe û wiha got: “Niha dê bê ji bo me qala çi bike. Her roj her tiştî zem dike û kes nikare debara xwe bike. Şer û kuştin her ku diçe zêde dibe. Dê çawa vê yekê rave bike. Cîhana me veguherandiye dojehê. Em wî naxwazin.”    MA / Mujdat Can – Nîmet Olmez