Hêj jî madena ku bû sedema mirina 8 karkeran tê xebitandin 2018-04-07 09:06:24 ŞIRNEX – Li Şirnexê 6 neh berê di kana madenê de hezan pêk hatibû û 8 karker jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê wezaretê diyar kiribû ku kana madenê “qaçax” e. Lê belê derket holê ku hîn jî kana madenê tê xebitandin.  Di 17’ê Cotmha 2017’an de li Şirnexê di kaneke madene de hezan pêk hatibû û 8 karker miribûn. Derket holê ku hîn jî kana madenê xebitandin. Hat hînbûn ku ocaxa komirê ji aliyê fîrmayeke taşeron a girêdayî Şîrketa Anonîm a Acarê ku ya Mehmet Emîn Acar e û ev kes nêzî hikûmetê ye, tê xebitandin. Nehat hînbûn ku ka kana komirê kengî hatiye vekirin.   KOMIR BI QAMYONAN TÊ KIŞANDIN    Piştî hezan çêbû, Walîtiya Şirnexê û Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî diyar kiribûn ku kana madenê “qaçax” e, lê belê derket holê ku tu tevdîr nehatine girtin. Qada ku 8 karker lê mirin jî di nav de li kana madene hîn jî makîneyên karî dixebitin û komira tê derxistin bi qamyonan tê kişandin.