Li Mûglayê cenazeyekî din jî şandin saziya tiba edlî 2017-10-09 20:25:23   MÛGLA – Cenazeyê kesê ku hat diyarkirin li Koycegizê jiyana xwe ji dest daye, şandin Saziya Tiba Edlî ya Mûglayê. Ji 5’ê Cotmehê ve, li navçeya Koycegîz a Mûglayê li hemberî kesên ku tê derpêşkirin PKK’yî ne operasyon tên lidarxistin. Hat îdiakirin ku di van operasyonan de kesek din jî jiyana xwe ji dest daye. Der barê nasnameya kesê jiyana xwe ji dest daye tu daxuyanî nehatin dayîn, lê belê hat derpêşkirin ku ji ber teqandina teqemeniya destan jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku cenazeyê kesê jiyana xwe ji dest daye rakirine Saziya Tiba Edlî ya Mûglayê. Tevî cenazeye hat şandin, li saziya tiba edlî hejmara cenazeyan derket  6’an.