Xebatkarên çarpxanê yên girtin sewqî Girtîgeha Sîlîvrî kirin 2018-04-06 16:37:23   STENBOL - 20 xebatkarên Çapxaneya Gun ên girtin, sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê kirin.   Di 28'e Adarê de, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, 7'emîn Dadgeha Sulhê ya Stenbolê qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demorasî û Çapxaneya Gunê kir û dewrî TMSF’ê kir. Di operasyona 28'ê Adarê de Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Midurê Karên Nivîsan jî di navde 27 kes hatibûn binçavkirin. 20 xebatkarên çapemeniyê yên hatin girtin, ji Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê kirin.