3 zarokên Kobanê bi mayîna TSK'ê jiyana xwe ji dest dan 2018-04-06 16:16:25   KOBANÊ - Li gundên rojavayî bajarê Kobanê 3 zarok şivanî dikirin, bi mayîna TSK'ê li ser sînor bi cih kiribûn jiyana xwe ji dest dan.    3 zarokên Kobanê bi mayina ku TSK'ê li ser sînorê navbera Tirkiye û Kobanê bi cih kiribûn teqîya, jiyana xwe ji dest dan. Li gorî çavkaniya YPG'ê di saetên sibê de li derdora Girê Şehîd Hogir ê di navbera gundê Aşmê û Çariqlê yên rojavayî bajarê Kobanê, mayîna ku TSK'ê bi cih kiribû teqîya. Di teqînê de 3 zarokên mayin bi wan de teqîya jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de zarokê 9 salî Şêx Îsmail, Îbram Elo û zarokê nasnameya wî nehat diyar kirin. Lê nasnameya zarokê sêyemîn ê mirî nehate zelalkirin. Di encama teqîna mayînê de, zarokê 14 salî Basil Şêx bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Emel a Kobanê tê dermankirin. Li gorî bijîşkan rewşa wî ne baş e. Çar zarok ji gundê Çariqlê ne û dema pez diçêrandin mayîn bi wan de teqiya.   Girê Şehîd Hogir li ber sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ye.