Nûçegîhana JINNEWS'ê 8 roj in di bin çavan de ye 2018-04-06 15:21:01   EDENE - Nûçegîhana JINNEWS'ê Fîlîz Zeyrek a ku di serdegirtina malê de li Edeneyê hat binçavkirin 8 roj in li Muduriyeta Polîsan a Edeneyê di bin çavan de ye.    Nûçegîhana Ajansa Jin (JINNEWS) Fîlîz Zeyrek a ku di serdegirtina malê de li Edeneyê hat binçavkirin 8 roj in li Muduriyeta Polîsan a Edeneyê di bin çavan de ye. Fîlîz Zeyrek a ku bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hat binçavkirin bi îdiayên "Propangandaya rêxistinê", "Ji bo rêxistinê pêdekirina kesan, beşdarbûna çalakiyên dijqanûnî" tê sûcdarkirin. Tê payin ku piştî lêpirsîna wê bi dawî bû Fîlîzê sewqî edliyê bikin.    Di çarçoveya operasyonê de tevî nûçegîhana JINNEWS'ê Fîlîz Zeyrek 30 kesên din jî hatibûn binçavkirin.