Rojbûna Ocalan li Êlihê hat pîrozkirin 2018-04-06 15:18:10 ÊLIH – Rêxistina HDP’ê ya Êlihê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û bal kişand tecrîda ser Ocalan.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a 69’emîn li avahiya rêxistina navçeya navendî ya HDP’ê şahî li dar xist. Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî, Hevserokên HDP’a Êlihê Nizamettîn Toguç û Berîvan Helen Işik, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê Şukru Tapkan û gelek kes beşdarî şahiyê bûn.    Di bernameyê de sînevziyona jiyana Ocalan vedigot hat pêşandan û ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xw ji dest dane rêz hat girtin.   ‘EW Û RAMANÊN XWE DI BIN TECRÎDÊ DE NE’    Di şahiyê de rêveberê HDP’a Êlihê Omer Kurt axivî û behsa jiyana Ocalan kir. Kurt ji jiyan û têkoşîna Ocalan mînakan da û wiha got: “Birêz Ocalan ji zarokatiya xwe ve dilê wî ji bo azadiya gelê kurd û têkoşîna dayînê lê dida. Têkoşîna wî çawa duh didomiya îro jî bi heman rengî didome. Duh bi fizikî azad bû, lê îro ew û ramanên wî di bin tecrîdê de ne. Ya ku dikeve ser milê me jî têkoşînkirina li dijî tecrîdê ye û em bi dawî bikin.”