Hevşaredara Dêrsimê Altun bernedan 2018-04-06 13:47:08   DÊRSİM - 5'emîm danişîna doza Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun a 22 sal cezayê girtîgehê jêre tê xwestin hat dîtin. Dadgehê daxwaza berdana Altun red kir û danişîn taloq kir.   5’emîn danişîna doza Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun a li şûna wê qeyûm hat tayînkirin û di 16’ê Mijdara 2016’an de hat girtin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di dozê de 22 sal cezayê girtîgehê ji Altun re tê xwestin. Rêveber û aktîvîstên DBP, HDP, TJA, KCD, Serokê Baroya Dêrsimê Bariş Yildirim û parêzerên Atun beşdarî dozê bûn. Ji ber pirsgirêkek teknîkî ya SEGBÎS’ê Altun nekarî beşdarî danişînê bibe.    Altun di SEGBIS’ê de tenê karî bêje ew bi awayekê bêhiqûqî tê girtin û daxwaz kir ku bê berdan. Dûre parêzerên Altun parastin kirin û xwestin muwekîlê wan bê berdan.    Şandeya dadgehê piştî navberê, daxwaza berdanê ya Altun û parêzeran red kir, biryara di danişîna bê de Altun bê gundar kirin da û danişîn taloqî 20’ê Hezarînê kir.