Ji bo Sûr û Heskîfê banga çalakiyê: Em di 28'ê Nîsanê de dakevin qadan 2018-04-06 12:50:19   AMED - Rêxistinên derdorê ji bo Sûr û Heskîfê rizgar bikin dê li gelek bajarên cîhanê di 28'ê Nîsanê de çalakiyan pêk bînin. Rêxistinên derdorê diyar irin ku wêrankirina Heskif û Sûrê, wêrankirina Buddha ya ji aliyê Taliban û talankirina Palmîra ya ji aliyê DAIŞ'ê ve dişibe hev.    Li Amedê Sûr hat rûxandin û li Heskifê jî dîrok di bin bendava Ilisû de dimîne. Ji bo parastina Heskif û Sûrê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Înîsiyatifa Rizgarkirina Heskifê di 28'ê Nisanê de bi minasebeta "Roja Çalakiyên Kurevî ya Sûr û Heskifê" daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên derdorê yên navneteweyî û helû dildarên parasvanên derdorê kirin ku di "Roja Çalakiyên Kurevî ya Sûr û Heskifê" de dakevin qadan û li Sûr û Heskifê xwedî derkevin. Rêxistinen derdorê diyar kirin ku xerakirina Sûr û Heskifê  û xerakirina Palmira ya ji aliyê DAIŞ'ê ve heman wate ye û xwest her kes li dijî polîtîkaya talankirin û wêrankirinê dengê xwe bilind bikin.    QADA JIYANA 80 HEZAR MIROV JI DESTÊ WAN TÊ GIRTIN   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Wargehên dîrokî Heskif û Sûr yên li tenişta Çemê Dîcle ya Mezopotamya hatine avakirin bi polîtîkayên AKP'ê tên rûxandin. Parazvanên derdorê, anîn ziman ku bi projeyên mezin û polîtîkayên şer qada ekolojik-civakî ya Tirkiye tê wêrankirin û wiha hat gotin: "Bi taybeti piştî polîtîkayên şer yên 2015'an, warê 12 hezar salan Heskif ê warê jiyanê ye tê wêrankirin. Warên tenişta Çemê Dîcleyê hatiye avakirin di gelek qadên çand, dîrok  û jiyanê de ji wargehen Efes, Truva û Kapadokya dewlemendtir in. Ji 10 kriterên UNESCO xwedî 9 krîter in. Li ser tevahiya cîhanê tendava HES'ê ya Ilisû wekî we tune ye. Bi vê projeyê qada jiyana 80 hezar mirov ji destê wan tê girtin. AKP ji ber armancên aborî û polîtîk vê projeya Ilısu bi israr dixe meriyetê. Bi vê yekê bi milyonan mirov bi facîayê re rû bi rû ye. Bi projeya Heskifê re dê 300 berhemên dîrokî tune bibin.    BANGA TÊKOŞÎNÊ    Rêxistinên derdorê bang li sazî, komele û tevgerên parastina xweza, derdor û mafên mirovan kirin û xwestin li dijî polîtikayên AKP'ê yên şer, talankirin û wêrankirinê, talankirin û wêrankirina dîrokê temaşe nekin û nebin şirîkê vî sûcî. Parazvanên derdorê anîn zimn ku ji ber şer warê 175 hezar mirovên li Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û cihê din xera bû û bê war man. Rêxistinên derdorê xwest her kes li dijî vê yekê bêdeng nemînin û tev li çalakiyan bibin.