Dozger xwest xwediyê Îmtizayê û midûrê nivîsê yê Ozgurlukçu Demokrasî bê girtin 2018-04-06 11:40:18 STENBOL – Dozger piştî îfadeya Xwediyê Îmtîzayê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demorasî ku qeyûm tayînî wê kirin Îhsan Yaşar û Midûrê Karên Nivîsan Îshak Yasul girt, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.  Di 28'e Adarê de, bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê 7'emîn Dadgeha Sulhê ya Stenbolê qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demorasî û Çapxaeya Gunê kir û dewrî TMSF’ê kir. Di operasyona 28'ê Adarê de Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar û Midurê Karên Nivîsan Îshak Yasul jî di navde 27 kes hatibûn binçavkirin. Duh 20 xebatkar hatin girtin. Îro jî Yaşar û Yosul sewqî edliyê kirin. Dozger piştî îfadeya Yasul û Yaşar girtin bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.    ROJNAMEGERÊN DI 4'Ê NÎSANÊ DE HATIN BINÇAVKIRIN HÊJ DI BIN ÇAVAN DE NE   Polîs û tîmên taybet di 4'ê Nîsanê de şev nîvê şevê  bi ser malên xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û lêgerîn pêk anîn. Di lêgerînê de polîsan dest danî ser rojname, wêne, pirtûk û maskeyên gazê ku di dema şopandina nûçeyan de tê bikaranîn. Polîsan, di serdegirtina malan de rojnameger Mehmet Ali Çelebî, Reyhan Hacioglu û Hicran Urun, Pinar Tarlak, Ramazan Sola û Nedim Demirkiran, Mehmet Beyazit binçav kirin.