TGS: Rojnameger dîsa di hedefê de ne û dixwazin nûçeyan tune bikin 2018-04-06 10:56:35   ENQERE – TGS têkildarî Roja Rojnamegerên ên hatin Kuştin daxuyanî da û got: “Rojnameger dîsa di hedefê de ne. Dîsa dixwazin nûçeyan tune bikin. Em ê li gel hemû zextan, bi enyad parastina berjewendiyên gel bidomînin.”   6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên ên hatin Kuştin e. Ev roj wek roja kuştina xebatkarê Rojnameya Serbestî Hasan Fehmî Bey yê 109 sal berê kuştin, hat îlankirin. Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) bi minasebeta rojê daxuyaniyekî nivîskî weşand. Ji roja Hasan Fehmî Bey ê 109 sal berê hat kuştin û heta roja me ya îro herî kêm 66 rojnamger hatin kuştin û got: “Rojnameger dîsa di hedefê de ne. Dîsa dixwazin nûçeyan tune bikin. Em ê li gel hemû zextan, bi enyad parastina berjewendiyên gel bidomînin.”    ‘DI DÎROKA ÇAPEMENIYA TIRKIYEYÊ DE 66 ROJNAMEGER HATIN KUŞTIN’    TGS’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê di nav rojnamegerên hatin kuştin de ji Krikor Zohrab heta Sebahattîn Alî, Hrant Dînk, ji Ugur Mumcu bigire heta Metîn Goktepe û ji Musa Anter het a Ferhat Tepe’yan herî kêm 66 rojnameger bûn qurbanê cînayetan. Hêj li Tirkiyeyê rojnameger tên kuştin. Hêrsa li dijî rojnamegeriya azad e. Di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de heta niha herî kêm 66 rojnameger kuştin. Feraseta ku tehamulî çapameniya azad nake û naxwaze rastiyan bibîne her serdem rojnamegeran dike armanca xwe. Dîroka Tirkiyeyê bi kuştina rojnamegeran tije ye. Em bi xemgînî dibêjin, dîrokek me ya çapemeniyê ya pê serbilind bin nîne. Dibe ku îro hejmara cînayetê kêm bûbe, lê îro bi dehan rojnameger girtî ne û rastî cezayên bi dehan sal û milyaran pere tên. Em di rojên ku zextên dijwar li ser çapemeniyê ne de derbas dibin. Rojnamegerî her tim bûye pîşeyek zehmet. Yanî rojnamegerên ku berjewendiyên gel diparêzin. Di salên dawî de tê xwestin ku rojnameger, berjewendiyên desthilatdariyê biparêz in, lê yên ku vê qebûl nakin, dikin armanca xwe. Em ê hevalên xwe rojnameger ku berjewendiyên gel parastin û hatin kuştin ji bîr nekin.”