Xwînerên Welat û Ozgurlukçu Demorkasî: Em ê li pey weşangeriya azad bin 2018-04-06 09:09:33 MÊRSÎN – Xwînerên rojnameya Welat û Ozgurlukçu Demokrasî yên li Mêrsînê gotin: “AKP li Tirkiyeyê medyaya ‘yek deng’ dixwaze. Em ê heta dawiyê li pey weşangeriya xwe ya azad bin.”  Li Stenbolê di 28’ê adarê de ewil polîsan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun de girt û pişt re qeyûm tayîn kirin. Bi girtina çapxaneya Gunê re rojnameya Welat a tekane ku li Tirkiyeyê weşana kurdî dike jî ji ber çapxane nedît dawî li weşana xwe ya çapê anî. Xwînerên rojnameyan bertek nîşanî desterkirina rojnameyê û çapxaneyê da. Xwînerên rojnameyan li Mêrsînê bertek nîşanî girtina rojnameyan dan.    ‘EM Ê XWE BIGÎHÎNIN RASTIYAN’    Ji xwînerên Ozgurlukçu Demokrasî Mehmet Şavur ê 60 salî diyar kir ku mafê wan ê wergirtina nûçeyan hatiye astengkirin û wiha got: “Mafê tu kesî nîne ku mafê me yê nûçeyan asteng bike. Em wek civak gelek agahiyan ji medyayê digirin. Ez feraseta mafê me yê nûçeyan ji destê me digire şermezar dikim. Tayînkirina qeyûm a ser rojnameyê pêkanînek antîdemorkatîk e. Lê ev pêkanîn nagihîje tu encamê. Heta dixwazin bila rojnameyan bigirin, lê dê dîsa mirov xwe bigihînin agahiyên rast. Tu desthilatdarî nikare vê yekê asteng bike.”    ‘ÇAPEMENIYEKE YEKDENGÎ DIXWAZIN’    Aboneyê herdu rojnameyan Servet Kabîşen ê 45 salî jî destnîşan kir ku rojnameyên wan deng û çavê wan in û wiha axivî: “Vê polîtîkayê bi zanebûn li ser gelê kurd didin meşandin. Hilberîna polîtîkaya qirêj a hikumetê ye. Tayînkirina qeyûm, biryarek siyasî ye. Tu eleqeya wê bi darazê re nîne. Tehamûlî azadî û demokrasiyê nakin. Ez hemû hêzên emperyalîst şermezar dikim. Tayînkirina qeyûm hilberîna feraseta yekperestiyê ye. Çawa ku yek û yekan li pey hev rêz dikin, dixwazin meydayê jî bikin ‘yekdeng.’ Çapemeniya azad xwenaskirin e. Em ê heta dawî li pey weşangeriya çapemeniya azad bin û xwedî lê derbikevin.”    ‘JI BER KU RASTIYAN DINIVÎSÎNE DIXWÎNIM’    Abdullah Kiraslan ê 24 salî ku aboneyê rojnameyan e jî anî ziman ku ji ber ku Welat û Ozgurlukçu Demokrasî rastiyê dinivîsinin dixwîne û ew ê li dijî medyaya “yekdengî” dê xwedî li çapameniya azad derkeve û dixwazin bi awayekî azad rojnameyên xwe bixwînin.