Parêzer Şen: Mesele bi xesandinê safî nabe 2018-04-06 09:08:49 STENBOL – Rayedarên hikûmetê ji bo xesandina kîmyewî ku li hemberî istismara zayendî wekî tevdîrekê dibînin bê qanûnîkirin xebatên xwe lezandin. Parêzer Dîren Cevahîr Şen, destnîşan kir ku wê mesele bi xesandinê neqede. Şen got hikûmet ji bo zêde bertek rû nedin biryareke wisa daye.  Hikûmet ji bo rê li ber istismara zayendî bigire, wekî tevdîr hewl dide xesandina kîmyewî pêk bîne û ji bo ev yek bê qanûnîkirin tev digere. Lê belê ji roja ku ev tişt ket rojevê bertekên li hemberî wê didomin. Parêzer Dîren cevahîr Şen, xesandina kîmyewî nirxand.    ‘DÊ MESELE BI XESANDINÊ NEQEDE’    Şen destnîşan kir ku nayê zanîn dê pêkanîna xesandina kîmyewî rê li ber çi vebike. Şen, bi bîr xist ku ji bo bûyerên îstismara zayendî di çapemeniyê de rû nedin Serokomar Erdogan ferman dabû û got: “Em baş dizanin ku li vî welatî asta şideta mêrî çî ye û îstismarkirina zarokan di kîjan astê de ye. Em baş dizanin dema mêr van tiştan dikin û şidetê li jinan dikin pişta xwe didin çi û kê. A rastî îktidar ji ber vê yekê nerihet e, çimkî ji hêlekê ve jî dizane ku dê berê tîrêkê ber bi wê ve bê. Jixwe wisa ye jî. Îktîara ku diviya peywira wê parastina jinan be, lê div î warî de gavek jî neavêtiye. Bi ser de ji gotinên ku mêran biparêzer û rihet bike dike. Heta ku bêje ‘jin taca serê me ne, jin dayik in’, eger rêveber mekanîzmaya rêgirtina li ber şideta mêrî têxistina dewrê, me yê îro li ser van tiştan nepeyivana. Mesele bi xesandinê naqede û wê neqede jî. Mesele, meseleya ferasete ye. Hîn jî em ji aliyê ferseteke ku dibêje ‘jin û mêr ne wekhev in’ ve tên birêvebirin. Ji ber vê ye mêr mafê ku dê bi her awayî sûdê ji jinê bigire di xwe de dibîne.”    Parêzer Şen, destnîşan kir ku şideta ku bi salan e li ser jinan tê kirin bi polîtîkayên dijminatiya jinan dikin ve girêdayî ye û got: “Tiştên em jê re dibêjinên xesandina kîmyewî, di heman demê de êrîşeke li dijî bedena jinê ye. Tişta ku em jê re dibêjin xesandin, tiştekî zaf hoveber e. Tişta modern jî ew ku mirov serê xwe li ser meseleya zayendiya civakî biêşîne. Dema hûn mudaxile bikin wê şideta mêrî neqede. Wê şert û mercên ku jin xwe têde bi awayekî ewle hîs bikin neyên peydakirin.”     Şen bilêv kir ku, ji bo li hemberî tiştekî wisa raya giştî bertek nîşan nede, hikûmet dixwaze demildest vê yekê di Meclîsê re derbas bike û bike tiştekî qanûnî.    Şen, diyar kir ku eger ev yek di Meclîsê re derbas bibe, wê partiyên siyasî, rêxistinên jinan ji bo betalkirina vê yekê serî li daraza bilind bidin û got: “Lê tişta divê bê kirin divê rêxistinên jinan, sendika û weqfên di vî warî de dixebitin bên gel hev û vê meseleyê nîqaş bikin. Çimkî ev pêkanîn hinekî din mêr û mêrantiyê hêzdar dike. Eger tê xwestin wkeheviya jin û mêran çê bibe û jin bi awayekî azad li kuçeyan bigerin, çareya vê yekê ne xesandina hoveber e, divê mêr bên guherandin û veguherandin. Divê ji malê bê destpêkirin, beriya dibistinê û piştî dibistanê perwerdehî bê dayîn.”    MA / Necla Demir