Ji sûcê şopa tiliyê beraet kir 2018-04-06 09:08:15 AMED - Ûgûr Baylan, piştî bi KHK’ê hat îxrackirin tevî bavê xwe market vekir. Ji ber li ser pîlên ku li marketa wan tên firotin şopa tiliyên wî û pûlên ku di teqemeniyeke li ser riya Amed-Farqînê de hat teqan din heman şop e hat girtin. Li ser vê dozger xwest heta 43 salan bê cezakirin. Baylan piştî 5 mehan girtî ma, di danişîna ewil a doza xwe de beraet kir.  Ûgûr Baylanê (25) ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Hênê dixebitî, di 30’yê Cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat îxrackirin. Piştî hat îxrackirin tevî bavê xwe yê ji Şaredariya Farqînê hat îxrackirin, li navneda Farqînê marketek vekir. Dema Baylan di 2016’an de ji bo karên ehliyetê diçe Miduriyeta Şaxa Trafîkê ya Emniyeta Êlihê, şopa tiliyên wî hat girtin. Bi hinceta li ser 2 pîlên ku di teqemeniyeke di 13’ê Tebaxa 2017’an de li ser riya Amed-Farqînê hatiye teqandin şopa tiliyên wî heye hat binçavkirin. Balyan di îfadeya xwe de diyar kir tu eleqeya wî bi bûyerê re tune ye û dema li marketê pîl firotine şopa tiliyên wî derketine. Lê belê Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Farqînê di 26’ê Cotmeha 2017’an de biryara girtina Balyan da. Parêzerê Balyan îtirazî biryarê kir û her çend fatûreyên pûlan ên ji tomerîfiroşan hatin kirşn berpêşî dadgehê kir jî nehta berdan.    Serdozgeriyê Komarê ya Amedê, ji ber şopa tiliyên Baylan ên li ser herdu pîlan, Baylan bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Peydakirina madeyên talûke û hewldana bikaranîna çekên kîmyewî” ji 23 sal û nîvan heta 43 salan bê cezakirin.    Danişîna dozê ya ewil di 4’ê Nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 10’an a Amedê pêk hat. Baylan di parêziya xwe de hemû tawanbarî red kirin û diyar kir ku li marketa xwe ya li Farqînê pîlan jî difiroşin û tiştekî asayî ye ku şopa tiliyên wî li ser pîlên firotine derketibe.    Heyeta dadgehê jî diyar kir ku tiştên Baylan pê tê tawanbarkirin ne sabît in û biryara beraeta wî da.