Dewletê 25 meh şûn ve qebûl kir 2017-10-09 17:46:58 ÎDIR – Teqez bû ku dîmenên 2 leşkerên tirk ên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin şewitandin yek ji wan leşkerê bi navê Safter Taş e.  Li Karakola Hidût a Şehît Mehmet ya li Kilîsê di 1’ê îlona 2015’an de DAIŞ’ê 2 leşkerên tirk revandibû. DAIŞ’ê di 22 kanûna 2016’an de her du leşkeran şewitand û wan înfaz kiribû. Yek ji van leşkeran jî Safter Taş (23) ê ji gundê Aşagi Eratan a bi ser Aralika Îdirê ve bû. Di 7’ê cotmehê de Qeymeqamê Navçeyê û Fermandarê Garnîzonê çûn cem malbata Taş ên li gundê Aşagî Eratan dijîn û ji malbatê re gotin ku dîmenên hatin belavkirin rast bûne. Hat zanîn ku piştî 11 meh derbas bûn navê Taş hat teqezkirin.    Rayedaran ji malbata Taş re ev tişt got: “Heta niha me teyît nekiribû û ji ber wê me negotibû şehîd bûye. Lê îro aşkere bû ku şehît bûye.”    Piştî rayedaran vê agahiyê dan malbatê ji gund veqetiyan.    Ji ber ku navê kurê wan aşkere bû, malbatê hewcehî bi doza ji bo aqûbeta kurê xwe vekiribû nedît. 2 roje malbat serdanê sersaxiyê qebûl dike.