Alîgirên qeyûm ji ber ‘nelirêtî’ kirine ji peywirê hat girtin 2018-04-06 09:06:53 ŞIRNEX – Hat îdiakirin ku alîgirên qeyûmê Şaredariya Silopiyayê Abdûllah Okten û Kemal Okten, ji ber di hin îhaleyan de nelirêtî kirine ji peywirê hatine girtin.  Di sala 2016’an de Qeymeqamê Silopiyayê Savaş Konak wekî qeyûm tayînî Şaredariya Silopiyayê ya DBP’î hatibû kirin û di 23’yê Sibatê de jî Wezareta Karên Hundurîn Savaş anî ser Mifetîşiya Mulkiyeyê ya Dereceya 1’emîn a Enqereyê. Li şûna wî Alîgirê Waliyê Hatayê Sezer Işiktaş bû Qeymeqamê Silopiyayê û qeyûmê şaredariyê. Piştî Savaş Konak çû Enqereyê, hat derpêşkirin ku alîgirên wî Abdûllah Okten û Kemal Okten jî ji peywirê hatine girtin. Hat hînbûn ku herdu kes, piştî mifetîşên ji aliyê wezaretê ve hatin peywirdarkirin û rapor amade kirin ji peywirê hatine girtin.    NELIRÊTÎ KIRIN    Hat derpêşkirin ku herdu Oktenê ku piştî qeyûm hat tayînkirin hatin ser kar, di projeya nûkirina Kuçeya Hunerê ya navçeyê de nelirêtî kirine. Li gor agahiyên bi dest ketin miqdara nelirêtiya hatiye nkirin 2 milyon TL ye.    Hat diyarkirin ku herdu kes jî demek berê ji budeçeya şaredariyê bêyî fatûre sotemenî xistine wesayîtên xwe.    Hat îdiakirin ku piştî nelirêtî derket holê wezaretê mifetîş peywirdarkirin û di encama raporên mifetîşan de Abdûllah Okten û Kemal Okten ji peywirê hatine girtin.    12 QEYÛM JI PEYWIRÊ HATIN GIRTIN    Heta niha 12 qeyûmên ku tayînî Amed, Şirnex, Mûş, Wan, Colemêrg û Xarpêtê hatine kirin piştî demekê şûn de ji peywirê hatin girtin. Ev qeyûm ji ber “nelirêtî û rantê” ji peywirê hatin girtin.