Qeyûm hîbeya 53 milyon Euroyî red kir, şaredarî xist bin 250 milyon TL deyn 2018-04-06 09:06:00 WAN –Şaredariya Mezin a Wanê ya DBP’ê bi bernameya YE’yê ya 53 milyon Euro hibe wê “Tesîsa Dawerivandina Ava Bermayî” û “Xeta Ava Vexwarinê” çê bikirina, lê piştî qeyûm hat tayînkirin proje hatin betalkirin. Rêveberiya qeyûm ji bo heman projeyan ji Îller Bankasiyê bi faîzeke 2.5’an 100 milyon TL kredî kişand.  Li Wanê ji ber erdheja 2011’an “Tesîsa Dawerivandina Ava Bermayî” û xeta ava vexwarinê zêde texrîb bûn û nedihatin bikaranîn. Ji bo xeta ava vexwarinê û tesîsa navborî ji nû ve bê çêkirin Şaredariya Mezin a Wanê ya DBP’î di sala 2012’an de proje amade kir û serî li fona hîbeyî ya ku Yekîtiya Ewropayê destekê dide da. Herdu projeye şaredariya DBP’î hatin qebûlkirin. Yektiya Ewropayê (YE) û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê biryar dan ku ji bo “Tesîsa Dawerivandina Ava Bermayî” 32 milyon Euro û ji bo “Xeta Ava Vexwarinê” jî 21 milyon Euro ji bo Şaredariya Mezin a Wanê bê dayîn. Diviya ku proje di nav 7 salan de bê temamkirin. Di sala 2016’an de hemû amadekarî hatin kirin, lê belê qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, projeya ku dê bi fonên YE’yê bihatana çêkirin hat betalkirin. Lê belê rêveberiya qeyûm ji bo heman projeye serî li Îller Bankasiyê da û bi faîzeke 2.5’an 100 milyon TL kredî kişand. Rêveberiya qeyûm tevî faîzan şaredariyê xist bin 250 milyon TL deyn.    Wekîlê ŞAREDAR: WÊ KREDÎ JI BÊRÎKA GEL DERKEVE!    Wekîlê Serokê Meclîsa Şaredariya Mezin a DBP’î Cahît Bozbay, bertek nîşanî betalkirina projeyên ku dê bi fonên YE’yê bihatanan çêkirin û kişandina krediye ya bi faîzeke 2 qat û nîvan. Bozbay diyar kir ku wê ji aliyê YE’yê be nêzî 300 milyon lîre bihatan bajêr, lê belê qeyûm ev yek betal kiriye. Bozabay got: “Wê vê krediya ji Îler Bankasiyê hatiye kişandin ji bêrîka gelê me derkeve. Ev yek tê wateya hem îpotekirina şaredariyê hem jî ya bajêr.”    MA / Mahmut Ruvanas