Doza Aladagê: Heyetê rapor xwest lê avahî tune 2017-10-09 17:45:07 EDENE - Heyeta dadgehê di rûniştina doza Wargeha Aladagê de rapora kesên zana xwest. Lê avahiya ku rapor der barê wê de tê xwetin li holê tune ye. Malbatan bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Ma me ji bo zarokên me bişewitin ew şandin wir"  Li navçeya Aladagê li wargeha keçan a girêdayî cemata Suleymaniyan, di 29’ê mijdara 2016’an de şewat derketibû û 11 jê xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 24 kes jî birîndar bûbûn. 3'emîn rûniştina doza facîayê li Dadgeha Cezayên Giran a Kozan hat ditin. Beriya rûniştina doza ku rêveberên Komeleya Alîkariya Tabelebeyên dibistanê û Qursa Aladagê û midûrê yurdê bi daxwaza 2 - 15 salan tên darizandin dest pê bike, malbatan li ber edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de malbatên xwendekaran, Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Civakî (SHD) Melda Onur, Parlamenterên CHP'ê Mahmut Tanal û Îbrahim Ozdiş û gelek kesên din amade bûn.    Li ser navê malbatan Sultan Avci, bertek nîşanî bûyerê da û wiha got: "Alavên zarokên me ji nedan me. Em dipirsin çima rayedarên cemaweriyê nehatin darizandin. Gelo tenê bersûcê vê bûyerê em in?"   Parlamenterê CHP'ê Îbrahim Ozdiş, jî anî ziman ku pêwiste dewlet li zarokan xwedî derkeve û êdî zarokan teslîmî wargehên cemaetan neke. "    Beriya rûniştinê di navbera malbatên zarokan û bersûcan de rageşî derket. Piştî daxuyaniyê malbat û parezer derbasî Edliyeya Kozanê bûn. Gelek parêzerên mexdûran û xizmên bersûcan amade bûn. Dîsa parlamenterên CHP'ê jî tev li rûniştinê bûn. Ji ber salona rûniştinê biçûk bû gelek rojnamegerên xwestin dozê bişopinin li derve man. Di rûniştina dozê de 6 bersûcên girtî û bersûcekî serbest tê darizandin amade bû.    Piştî xwendina îdîanameyê dozger xwest bersûcên girtî girtî bên darizandin. Piştre raporên tenduristiya zarokên birindar ên hatin rizgarkirin hatin xwendin. Di rapore de hat diyar kirin ku zaroken birîndar bûn18 saetan tedawiya oksijenê daye wan û ne dermankirinek hêsan bû. Heyeta dadgehê xwest ji nûve rapora kesên zana bê amadekirin. Parêzerên mexdûran Evren Îşler diyar kir ku di runiştina ewil de girtekên şaş û kêm hatin girtin. Parêzerê mexdûran Can Atalay jî anî ziman ku di daxuyaniya şahidekî de jî hat gotin k dema ez çûm cihê bûyerê pêpeloka agir hiliya bû û winda bûbû. Ji ber ku yurt hatiye xerakirin ne pêkan e keşif bê kirin. Ev raste rast reşkirina delîlan e.    Xizmên girtiyan Cumali Alî Genç diyar kir ku şewat sabotaj  e û berpirsiyarê vê yekê TEDAŞ e. Parêzerên Genç ji TEDAŞ berpirsiyarê şewatê ditin û sucdar kirin.    Bersûcê girtî Mahir Kilinç jî diyar kir ku li cihê neheq girtî ye û wiha got: "Kargeriya min îflas kiriye. Ez hêj çima girtî me ez nizanim."    Piştî parastinan heyetê 45 dekîqe navber da rûniştinê. Heyetê pişti navberê der barê bersûcên girtî de berdewama girtinê da. Dîsa xwest der barê şewatê de ji nûve rapor bê amadekirin. Heyetê ji bo kêmasiyên dosyayê bê temamkirin doz taloqî 11'ê kanûnê kir.    Piştî rûniştina dozê malbatê dîsa daxuyanî dan. Serokê Baroya Edeneyê Veli Kuçuk, diyar kir ku daxwaza wan û baroyê ya mudaxiliya dozê hatiye redkirin û wiha got: "Em ji bo parastina mafê jiyanê li her derê ne. Tevî hemû astengiyan em dê heta dawî dozê bişopînin. "    Endamê SHD'ê Prz. Omer Çelik, anî ziman ku wan îro li vir tiştekî nû bihîst û hat gotin ku bûyer sabotaj e. "