ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-06 09:00:54 * Ji 21’ê Mijdara 2016’an ve Walîtiya Wanê her meh çalakî û şahî li waniyan û saziyan qedexe dike. Qedexe tenê li ser muxalefetê pêk tê. Partî û sendîkayên nêzî desthilatdariyê kengî bixwazin bêdestûr çalakî û şahiyan li dar dixin.  * Xwînerên rojnameya Welat û Ozgurlukçu Demokrasî yên li Mêrsînê gotin: “AKP li Tirkiyeyê medyaya ‘yek deng’ dixwaze. Em ê heta dawiyê li pey weşangeriya xwe ya azad bin.”   * Li Colemêrgê bi hatina biharê re gundî ji bo komkirina pincarê derdikevin serê çiyan û pincarên kom dikin hem dixwin û hem jî li bazarê difiroşin. Gundî bi vî awayî debara mala xwe dikin.   * Şaredariya Mezin a Wanê ya DBP’ê bi bernameya YE’yê ya 53 milyon Euro hibe wê “Tesîsa Dawerivandina Ava Bermayî” û “Xeta Ava Vexwarinê” çê bikirina, lê belê piştî qeyûm hat tayînkirin proje hatin betalkirin. Lê belê rêveberiya qeyûm ji bo heman projeyan ji Îller Bankasiyê bi faîzeke2.5’an 100 milyon TL kredî kişand.   * Rojnamevana Nedîm Turfent ê di Girtîgeha Wanê de ye, nameyek şand û diyar kir ku hîn jî di odeyeke yekkesî de tê ragirtin. Turfent di nameya xwe de destnîşan kir ku wî bi îdareyê re hevdîtin çêkiriye, lê belê îdareyê jê re gotiye: “Eger em te ji odeya yekkesî derxin, tu yê her roj nûçeya kesekî çê bikî, çîroka wan binivîsînî.”    * Hat îdiakirin ku alîgirên qeyûmê Şaredariya Silopiyayê Abdûllah Okten û Kemal Okten, ji ber di hin îhaleyan de nelirêtî kirine ji peywirê hatine girtin.    * Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ Zûhal Tekîner, diyar kir ku di serdema AKP’ê de istismara zayendî zêde bûye û sedema vê yekê jî, ji ber ku di bin şidet û qetliyaman de xwesteka peydakirina serdetsyê ya rêveberan heye. Tekîner bi lêv kir ku bi kimyaya civakê tê lîstin û rolên gerdîşî wekî pîvanên îslamê bin tên rewakirin.    * Bi desteka qeyûman li kolanên qelebalix ên Amedê, posterên Serokomar Erdoganê AKP’î tevî alayên AKP’ê û tirk hatine daliqandin. Hevserokê HDP’ê yê Amedê Şerîf Çamci ev rewş nirxand û anî ziman ku ev yek ne tercîha gel e û AKP bi matiqa dagirkeriyê tev digere.    * Ûgûr Baylan, piştî bi KHK’ê hat îxrackirin tevî bavê xwe market vekir. Ji ber li ser pûlên ku li marketa wan tên firotin şopa tiliyên wî û pûlên ku di teqemeniyeke li ser riya Amed-Farqînê de hat teqan din heman şop e hat girtin. Li ser vê dozger xwest heta 43 salan bê cezakirin. Baylan piştî 5 mehan girtî ma, di danişîna ewil a doza xwe de beraet kir.    * Girtiya nexweşiya pençeşêra tiroîdê Zeynep Kayra 7 mehin li benda dixtor e, lê nayê dermankirin. Di nava 7 mehan de tenê carekê randevû stend wê carê jî neşandin nexweşxaneyê. Keça Zeynep Kayra Rûken Tusun bertek nîşanî helwesta rayedaran da û got: “Bi zanebûn dayika min terkî mirinê dikin." Prz. Nurettin Kuzu jî got: “Kayra, di 7 mehan de tenê carekê randewû girt, wê carê jî neşandin."    * Rayedarên hikûmetê ji bo xesandina kîmyewî ku li hemberî istismara zayendî wekî tevdîrekê dibînin bê qanûnîkirin xebatên xwe lezandin. Parêzer Dîren Cevahîr Şen, destnîşan kir ku wê mesele bi xesandinê neqede. Şen got hikûmet ji bo zêde bertek rû nedin biryareke wisa daye.    * Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê dê bîlanço û rapora binpêkirina mafên mirovan a Tirkiye ya sala 2017'an li avahiya xwe bi raya giştî re parve bike. (11.00)    * Rêxistinên çapemeniyê dê girtina 20 xebatkarên çapemeniyê û desteserkirina rojnameyê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi civîna çapemeniyê şermezar bikin. (12.00)    * Baroya Amedê dê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçi yê di 28'ê mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çarling a Sûrê hat qetilkirin, di hefteya 212'an de li ber mînareyê bibîr bîne û bixwaze kujer bên darizandin. (13.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Wêranşarê dê bi tevlebûna parlamentera HDP'ê Aycan Îrmaz rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin. (14.00)