Zabiteyên AKP'î mişmişên esnafan belav kirin 2017-10-09 17:28:33 RIHA - Zabitayên Şaredariya Rihayê ya AKP'î, mişmişên seyar firoşan li ser rê belav kirin. Seyar firoşan, bertek nîşanî zabiteyan da û wiha got: “Dewletê çav bera sê qurûşên me daye. Ma em ji birçînan bimirin.” Zabitayên Şaredariya Rihayê, mişmişên seyar firoşan ên li ser rêya Sarayonu ya navçeya Halîlîya Rihayê, rijandin ser rê. Seyaran firoşan diyar ku zabiteyan tu agahî nedan wan û li wan xistin. Seyar firoşan mexdûriyeta xwe anîn ziman û bertek nîşanî zabiteyan dan. Welatî û esnafên derdorê jî piştgirî dan seyar firoşan.  Seyar firoşên mijmijên wan li erdê hatin belav kirin, wiha gotin: “Gelo em mijmijan nefiroşin, em heban bifiroşin? Dewletê çavê xwe bera sê qurûş pare me daye. Ka dewlet li kuye, ma miriye? Ma em ji birçînan bimirin?”    Firoşkaran heya demekê rê girtin û pişt re dawî li çalakiya xwe anîn.