Di Nobeta Edaletê de peyama girtiyan: Saltanata zilmê dê bi dawî bibe 2018-04-05 16:08:15 STENBOL - Parêzeran û parazvanên mafên mirovan di hefteya 53'an de Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Çaglayanê berdewam kirin. Bi minasebeta 5'ê Nîsanê Roja Parêzerên Cîhanê peyama parêzerên girtî hat xwendin. Parêzrê Girtî Selçuk Kozagaçli û Barkin Timtik peyam şand û got: "Ev saltanata zilmê dê bi dawî bibe." Parêzer û hiqûqnasan, li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê di hefteya 53'an de çalakiya Nobeta Edaletê berdewam kirin. Parêzeran di nobeta edaletê de bi minasebeta 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran a Cîhanê peyama parêzerên girtî Akin Atalay, Ozlem Gumuştaş, Sezîn Uçar, Barkin Tîmtîk û Selçuk Kozagaçli xwendin. Parêzer li ber qada Atrium li pêş Peykerê Themis çalakiya rûniştinê pêk anîn û piştre li ber avahiya edliyê daxuyanî dan. Li ser navê parêzeran Endama Hewldana Welatiyan a Diyalogê Gençay Gursoy, Melda Onur, Ziya Halis, Akın Birdal, Levent Tuzel, Gulhan Ertur û endamê Koma Berê Demokrasî Îbrahim Kaboglu amade bûn.    Li ser navê parêzeran Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu, bi minasebeta 5'e Nîsanê Roja Parêzeran axaftin kir û diyar kir ku 5'ê Nîsanê di heman demê de roja avakirina Baroya Amedê ye û 140’emîn salvegera Baroya Stenbolê piroz kir. Durakoglu, anî ziman ku hemû heq û hiqûqa parêzeran hatiye sînorkirin û mafê wan tê binpêkirin û wiha got: "Her dem me li dijî nehehiyan li ber xwe da û her dem dîrokê em mafdar dîtin. Me edalet teslîm nekir em teslîmî edaletê bûn. Parêzer ji têkoşîna demokratîk gav paşve navêtine û her dem ji bo serxwebûna hiqûqê têkoşiyane.Em dixwazin daraz serbixwe u bê alî be. Em dewleta hiqûqê dixwazin. Em gelê xwe jî li gel xwe dixwazin."      Piştre parezerên girtî peyam şandin. Parêzer Selçuk Kozağaçli û Barkin Timtik di peyamên xwe de diyar kirin ku 5'ê Nîsanê pîroz dikin û hemû hempîşeyên xwe yên li eniya têkşîna parastina ked, edalet azadiyê cih digirin silav kirin. Parêzeran anîn ziman ku parêzerên li ber xwe didin dê rûmetê biparêzin û wiha gotin: "Roja parêzeran di heman demê de roja tekoşina parêzeran û roja parastina mafên parêzeran e. Parêzeran anîn ziman ku hem li derve û hem li hundir dê tekoşîna xwe berdewam bikin û dawi li saltanata vê zilmê bînin. "