Atalan: Çareserî paradîkmaya Ocalan e 2018-04-05 14:49:24 MÊRDÎN - Di çarçoveyên çalakiyên 4’ê Nîsanê de, li Nisêbînê panel hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan di panelê de axivî û got: “Paradîkmaya Ocalan daniye holê çareseriye.” Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, Rêxistinên HDP û DBP’ê di çarçoveya çalakiyên 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan panel li dar xistin. Rêbeberên HDP û DBP’ê yên navçe û navenda Mêrdînê û Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan beşdarî panelê bûn   ‘BI XWEDÎ DERKETINÊ EMÊ TECRÎTÊ RAKIN’   Hevserokê HDP’ê yê Nisêbînê Ferhat Kut axaftina vekirinê ya panelê kir û wiha got: “Tecrîtek giran li ser Ocalan û ramanên wî hene. Bi xwedî derketina Ocalan encex em karibin tecrîtê bişkînin.”   Parlamenterê HDP’ê Alî Atalan jî, di panelê de axivî û wiha got: “Bi tecrît kirina Ocalan re krîzên siyasî û mirovî jî derketin holê. Pêvajoya şer jî bi tecrîtkirina Ocalan re dest pê kir. Çareseriya hemû pirsgirêkan paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê ya Ocalan e.”   ‘JI BO FAMKIRINA PARADÎGMAYÊ DIVÊ EM PIR BIXEBITIN’    Atalan, da zanîn ku paradîgmaya Ocalan fam nakin û wiha bi dawî kir: “Hewldana me ya em paradikmaya Ocalan fam bikin pir kême. Divê em hîn zêdetir paradîkmaya Ocalan fam bikin. Divê em xwedî li doz, Rêbertî û keda xwe derbikevin. Encex em bi vî awayî dikarin bibin bersiv ji tecrît, hovîtiya dewlet û dagirkeriya Efrîn re. Ger em wisan bikin emê karibin bibin deng ji Efrîn, Kobanê, Nisêbîn,  Panel, piştî pirs û bersivan bi dawî bû.