Polîs gef li dikandar xar 2017-10-09 16:52:00 ŞIRNEX - Li Cizîrê cemedên kesk, sor û zer ên dikandarekê diforitin zarokan bûn bela serê wî. Polîsên ku li Dewriyê digeriyan, ji bo guhertina rengan saetek dem da dikandar .   Li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê polîsên di saetên nîvrû de bi maşîneya zirxî digeriyan, dikanderekê ku cemedên kesk, sor û zer difotin, gefa bi binçavkirinê lê xarin. Polîsan ji dikandar xwest ku dimildest cemedên rengên kesk, sor û zer biguhere û ji bo guhertinê jî saetek dem danê. Polîsan gotin dê carek din werin kontrole. Polîsên ku maşîneya xwe ya zirxi li ber dikan park kirin, ji dikandar re gotin ‘Ger tu vê yekê pêk nekî, em ê te bikin bin çavan û dikana te jî bigirin.’ Dikandarê ji ber ewhiya canê xwe nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ew neçar ma rengê cemedên zarokan biguhere.