Irmak a HDP'î SEGBÎS red kir, danişîna wê hat taloqkirin 2018-04-05 14:13:04   ŞIRNEX -  Parlamentera HDP’a Colemêrgê ya girtî Selma Irmak, di doza li Sîlopiyê derbarê wê de hat vekirin SEGBÎS red kir. Dadgehê jî doz taloq kir.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Selma Irmak a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kocaeliyê tê girtin, li navçeya Sîlopiya Şirnexê bi îdîaya “Beşdarî meş û civînên li dijî qanûnan bûyî” doz hatibû vekirin. 6’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Sîlopiyê hat dîtin û parêzerê Irmak beşdar bû. Irmak SEGBÎS red kir û beşdarî danişînê nebû. Parêzerê Irmak jî xwest mijarên kêm bên temam kirin.   DÊ IRMAK BÎNIN DANIŞÎNÊ    Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û xwest di danişîna bê de Irmak bînin dadgehê û doz taloqî 28’ê Hezîranê kir.