Rêxistinên cotkar û zîraetê: Dê cotkariyê ji binî de tesfiye bikin 2018-04-05 13:52:21 ÎZMîR - Rêxistin û odeyên cotkar û zîraetê bertek nîşanî arizîkirina fabrîqeyên şekir dan û gotin: “Bi vê yekê dixwazin cotkariyê ji binî ji holê rabikin.” Rêxistinên TMMOB, ZMO, KMO, Çîftçî-Sen, Tarim Orkan-Sen û Komeleya Zîraetên Tirkiyeyê yê Îzmîre li dijî biryara arizîkirina 14 fabriqeyên şekir, araziyên cemawerî û arizîkirina hewzên havê civîna daxuyanek hevpar lidar xistin. Civîn li Şaxa ZMO ya Îzmîrê pêk hat û rêveberiyên saziyan beşdar bûn. Serokê Şaxa ZMO Ferdan Çîftçî daxuyanî da û wiha got: “Dibin navê arizîkirinê de welat ber bi talan û diziyê ve dibin.  Li dijî firotina fabrîqeyên şeker em bi bertekin, lê kes dengê me nabihîse. Ligel vê yekê desthilatdariyê teklîfa qanûna torbeya arizîkirina av û araziyên cemawerî jî pêşkêşî Meclîsê kir. Bi van qanûnan dixwazin welatê me ber bi talanê ve bibin. Em vê yekê qebûl nakin û heya dawiyê emê li dijî van qanûnan derbikevin.”   Çîttçî di dayiya axaftina xwe de got ewê tu carî bêdeng nemînin û bertekên xwe bidomîn in.