Baroya Amedê: Polîtîkayên ewlehiyê nebûn çareserî û dê qet nebe 2018-04-05 13:30:50 AMED – Ahmet Ozmen ê Serokê Baroya Amedê bi boneya Roja Parêzeran daxuyanî da û got: “30 sal e polîtîkaya ewlehiyê çareserî ne anî û dê ji niha şûn ve jî nebe çareserî.”  Baroya Amedê bi minasebeta 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran li ber Edliya Amedê daxuyanî da. Parêzer bi cubeyên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn û pankartê Tahîr Elçî yê Serokê Baroya Amedê yê berê ku li Sûrê hat kuştin a bi nivîsa “Em te jî bîr nakin” hat rakirin. Di daxuyaniyê Ahmet Ozmen ê Serokê Baroya Amedê axivî. Ozmen diyar kir ku ew rojek din jî ya parêzer di bin qirîza giran a hiqûqî, siyasî û civakî de pêşwazî dikin û got: “Ev geşedanên neyînî tenê ne li ser hiqûqê bandor dike, li ser hemû qadê civakî dike. Me dixwest em îro têkildarî pirsgirêkan û çareseriyê pêşniyarê xwe parve bikira. Lê wek ku tê dîtin rewşa heyî ya li welat li her ser hemû qada jiyana civakê difetisîne û li her deverê pirsgirêk hene.”    Ozmen destnîşan kir ku nêvenga antî demokratîk zerarê dide her kesî û wiha got: “Maf û azadî hatiye baypasskirin. Azadî û derbirîna ramanê ji holê hatiy rakirin. Hemû mafên civakê hatine qedexekirin. OHAL’ê her deverî felç kiriye. 30 sal e polîtîkaya ewlehiyê çareserî ne anî û dê ji niha şûn ve jî nebe çareserî.”   ‘EM XEMGÎN IN’    Ozmen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kuştina Tahîr Elçî yê Serokê Baroya wan ê berê û got: “Bi boneya Tahîr Elçî ne di nav me de, em vê rojê bi xemgînî pêşwazî dikin. Doza Elçî ji rojevê hat derxistin û ber bi ketine ve diçe.”