Cerdevanekî birayê xwe kuşt 2018-04-05 13:10:41 WAN - Li navçeya Elbaka Wanê, di navbera du birayan de pevçûn derket û cerdevanê gund Behran K. birayê xwe Akîf K. kuşt. Li navçeya Taxa Esenyamaç a navçeya Elbaka Wanê, ji ber ne lihevkirina arazî di navbera du birayan Behman K. û Akîf K. de nîqaş derket. Piştî nîqaşê cerdevanê gund Behran K. birayê xwe Akîf K. bi çekê kuşt. Cenzayê Akîf ji bo otopsiye rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Herêma Wanê. Hat diyar kirin ku piştî bûyerê Behram K. reviya ye û lêgerîna wî berdewam dike.