Demîrtaş ji bo parêzerên girtî peyama piştevaniyê da 2018-04-05 13:01:06 EDÎRNE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, bi boneya Roja Parêzeran ji bo parêzerên girtî re peyama piştevaniyê da. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, bi boneya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran peyam şand. Demîrtaş Roja Parêzaran li hevalên xwe yên hempişeyî pîroz kir û wiha got: “Dadger bi destê desthilatdariyê siyasî bûye. Ji ber vê yekê parêzerên maf û edaletê hatin girtin. Lê li hemberî pêkanînên faşîzane, parêzer tu carî dest ji pêvanên xwe yên edalet, azadî û wekheviyê bernadin. Di heman demê de mîna parêzerekê girtî, ji bo hemû parêzerên girtî daxwazên xwe yên dostane û piştevaniyê diya dikim. Ez silav û heskirinên xwe yên gerîm ji wan re dişinim.”