Ji girtiyan tekmîla telefonê dixwazin 2018-04-05 12:06:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PKK'ê tên darizandin ên li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, bi riya malbatan diyar kirin ku zextên li ser wan zêde bûye û gef lig wan tên xwarin. Girtiyan diyar kirin ku dema bi malbatan re bi telefonê diaxivin ji wan tekmîlê dexwazin.  Girtiyên siyasî yên ji doza PKK'ê tên darizandin ên li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê bi riya malbatên xwe der barê zextên li ser wan tên meşandin agahî dan.  Girtiyan, diyar kirin ku bi awayekî kêfî mafê hevdîtina bi telefonê hatiye birîn û ji wan tê xwestin ku li ser telefonê tekmîlê bidin. Girtiyan anîn ziman ku ji ber ku ew vê rewşê qebûl nakin mafê wan ji destê wan hatiye girtin û wiha gotin: "Bi awayekî kêfî bi ser koguşan de digirin. Di serdegirtinê de  serjimara leşkerî li me ferz dikin." Girtiyan der barê rewşa Nurullah Some de jî hin agahî parvekirin û dan zanîn ku Some di dawiya meha adarê de ji Girtîgeha Hejmara 2 a Şakrana Îzmîrê sirgûnê cem wan hatiye kirin û gotin: "Some du rojan di odeya muşahadeyê de ragirtin. Di wan du rojan de ji aliyê komeke gardiyan ve rastî îşkenceyeke giran hat."     'TE JI BO KUŞTINÊ DIŞÎNIN VIR'    Girtiyan da zanin ku Sergariyan gefa "yên wekî te ji bo kuştinê dişînin vir" li Nurullah Some xwariye û wiha berdewam kirin: "Some ji roja sirgûnê Boluyê hatiye kirin ve di huceya C-70 de bi tenê tê ragirtin."    DEWLET BAHÇELÎ JÎ GEFA KUŞTINÊ XWARIBÛ   Some dema li Zanîngeha 9 Eylula Îzmîrê dixwend bi îdîaya di bûyerên sibata 2015'an de derketine kesê  bi navê Firat Çakiroglu kuştiye hatiye girtin. Çakirogluyê ku hatibû kuştin endamê Ocaxa Ulkucuyan bû û gelek caran êrîşî xwendekarên kurd û çepgir kiribû. Piştî kuştina Çakiroglu Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî jî di komcivîna partiya xwe de gotibû ku dê kesên Çakiroglu kuştine jî bên kuştin."