Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zanîngeh bîat nakin 2018-04-05 11:51:15   ENQERE - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, der barê girtina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî daxuyanî da û got: “Zanîngeh bîat nakin.”   Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), daxuyaniyek nivîskî weşat û bertek nîşanî girtin û binçavkirinên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî da.  Meclîsa Ciwana, diyar kir ku zanîngeh bîat nakin û wiha got: “Li Zanîngeha Bogazîçî xwendekar li dijî belavkirina loqimên Afrînê yên komeke faşîst derketin û gotin ‘Loqima dagirkerî û komkujiyê tuneye!’ Divê hemû zanîngeh mîna van xwendekaran li dijî komkujî ûşer dengê aştiyê bilind bikin û bertekên xwe nîşan bidin. Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan li dijî helwesta bi rûmet a xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî derket û zanîngehên aştîû azadî diparêzin terorîst îlan kirin. Ev xwendekara hedef nîşan da û mîna her carê ferman da. Li ser vê yekê 15 xwendekarên zanîngehê hatin  binçavkirin, 9 jê hatin girtin û 6 jê bi şertê kontrola edlî berdan.”   Meclîsa Ciwanan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Divê Qesir û rektorên alîgir baş zanibin ku zanîngeh qadên xweser ên azadî û zanistiyên gerdûnîne. Ên dixwazin vê asteng bikin, ji holê rabikin bila baş zanibin ku emê li dijî vê ferasete di zanîngehan de tim bêjin ‘ji şer re na.’ Em gavekê bi tenê jî paşve na avêjin.  33 rêyên heviyê yên ji dîroka ODTU û zarokên Geziyê xwestin biçin Kobanê ji nû de ava bikin, li Pirsûsê hatin qetilkirin. Ev îspata herî ber bi çave. Em baş dizanîn ku dê berxwedana ciwanan, ruh û cesareta raperînê ya li dijî faşîzmê car din qezenc bike. En difikirin ku dê bi êrîş, binçavkirin û girtinan zanîngeh û ciwanan bêdeng bikin, xwe dixapîn in. Êrîşa li ser xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî, di heman demê de êrîşa li ser mehû zanîngeh û ciwanane. Zanîngeh dê tu carî teslîmî faşîzmê nebin.”