Karkerên înşaetê: Ewlehiya me tune ye 2018-04-05 10:33:45 STENBOL - Karkerên înşaetê bertek nîşanî qedexekirina axaftina kurdî ya Şîrketa Yapı&Yapi Înşaatê dan û diyar kirin ku ji ber ewlehiya wan tune ye hin caran kevir xistin bin balîfa xwe. Karkeran wiha got: "Em karkerên kurd her dem li ser agir in. Hin caran dema em razan me kevir xistin bin balîfên xwe." Fîrmaya karê înşatê dike ya Yapi&Yapi ku bi hevkariya TOKÎ li Stenbolê avahiyan çê dike, axaftina kurdî ya karkerên kurd a li înşat û şantiyeyê qedexe kiribû. Ev fîrma herî zêde kar ji saziyên fermî yê dewletê digire û îhaleyên rê û parkan ên li Stenbolê digire û dixebite. Nêzî 500 karkerê vê fîrmayê hene û ji sedî 80’ê ji wan kurd in. Di 28’ê adarê de fîrmayê nivîsek şand şantiyeya înşatê û gotibû ku axaftina kurdî ya karkeran hemû xebatkaran aciz dike.    Piştî mijar li ser çapemeniyê belav bû, rayedarên fîrmayê di 30’ê adarê de çûn şantiyeya karkeran û bi komek karker re hevdîtin kirin. Endezyarê Fîrmayê Bugra Erol ê ku îmzeya wî li bin nivîsa qedexekirin zimanê kurdî bû jî di nav de rayedarên şirketê xwestin ji karkeran lêborîn bixwazin. Lê karkeran xwest ku ji hemû karkeran lêborîn bê xwestin.    KENGÎ GOTINÊN ÎKTÎDARÊ YÊN FAŞÎZMÊ ZÊDE DIBIN LI ŞANTIYAN JÎ EV YEK ZÊDE DIBE   Serokê Gişti yê Sendîkaya Karkerên Rê û Înşaeta Avahiyan a Şoreşger (Dev-Yapı-Îş) Ozgur Karabulut, diyar kir ku dema patron karkeran dixebitînin bi hişmendiya 'ez dê çawa wan bêtir erzantir bixebitînim' tev digerin û wiha got: "Li welat kengî gotinên faşîzmê ji devê îktîdarê derdikevin ev yek li şantiyeyan jî bandorê dike. Pişti van daxuyaniyên faşizmê em rastî êrîşan tên. Li vê şantiyeya ji sedî 70 karker kurdin, tiştekî wisa em şaş kirin. Qedexeya zimanê zikmakî ji faşîzma 12'ê Îlonê girantir e. Em li înşaetan kurd tirk, laz tev bi hevre kar dikin. Heta ku patron tevlihevi u aloziyan neke di nava me karkeran de pirsgirêk çênabe."    ‘TOKÎ BI KEDA KARKERÊN KURD A ERZAN LI SER PIYAN E'   Karabulut, anî ziman ku fîrma hêza xwe ji îktîdarê digire û kurdî li karkeran qedexe dike û wiha got: "Li dijî kurdan êrîşek pir dijwar heye. Dixwazin li her derê dengê kurdan qut bikin. Di saziyên TOKÎ û Xaniyên Emlakê de karkerên kurd bi erzanî tên xebitandin. Karkerên kurd di van şantiyeyan de bi keda herî erzan dixebitin. Divê ziman neyê qedexekirin. Em dê li dijî vê yekê gilî bikin. Divê kesên ev biryar dane lêborîna xwe bixwazin. Ger ku destkeftiyên gel bên tunekirin dê keda gel jî bê tunekirin. Dema ketin Efrînê berê êrîşî peykerê Kawayê Hesinkar kirin. Ev nirxên kurdan e. Piştî vê yekê êrîşî ziman kirin û rojnameya Welat êdî nikare çap bike. Qedexa kurdî hêza xwe ji vir digire."   ME KEVIR XIST BIN BALÎFÊN XWE    Karker Erdal Orenli (26) jî anî ziman ku ev ye cara yekem e û wiha got: "Em bi salan in rasti heman zext û gefan tên. An axaftin an jî muzîka kurdî li me hatiye qedexe kirin. Lê ev qedexe me asteng nakin. Em dê her dem li zimanê xwe xwedî derkevin û biparêzin. Em karkerên kurd her dem li ser strî û agir in. Gelek caran dema em bi şev razan me kevir xist bin balîfên xwe. Ewlehiya me nebû. Her dem kurdî li dijî me bikar anîn. Ev pêkanîna Firmaya Yapı&Yapi ya qedexeya kurdî em şaş nekirin. Bi vê yekê feraseta wan a li hemberî kurdî zelal bû. Rêveberan hişmendiya xwe ya xerab li Şandiyan jî nîşanî me dan."    ‘BI BELGEYA FERMÎ ZIMAN QEDEXE KIRIN'    Osteyê Mekanîk ê ji Orduyê Sedat Aydın (43) jî anî ziman ku li Tirkiye perçebunek mezin heye û wiha got: "Zextên li ser kurdan zêde bûye. Di serdema Kobanê de ez dîsa li şantiyeyan dixebitîm. Wê demê dîsafirmayan, li ser karkerên kurd zext pêş dixistin. Lê niha bi belgeyan qedeya li ser kurdî fermî kirin. Bi belgeyên fermî qedexe kirin. Ev mirovan pir xemgîn dike."    Aydin, da zanîn ku di heman şantiyeyan de karkerên ji ol, ziman û nijadên cuda bi hevre kar dikin û li ser heman sifreyê xwarin dixwin û wiha got: "Ez vê pêkanîna li dijî karkerên kurd rast nabînim. Bi zanebûn vê yekê dikin. Îro li dijî karkerên kurd kirin dê sibê li dijî karkerên din bikin."    MA / Muhammet Dogru