Ji ber hişkayî û qutkirina ceryanê 321 hezar û 616 hezar donim bê av man 2018-04-05 09:51:12 MÊRDÎN – Piştî 44 salan cara ewil e ku hişkesalî çê bûye. Ji ber hişkesayiyê û qutbûna ceryanê, 321 hezar û 606 hektar erd ji ber neavdanê li ber hişkbûyînê ye.    Di 44 salên dawî de li Mêrdînê herî zêde îsal hişkayî çê bûye. Ji ber hişkbûnê 321 hezar û 616 hektar erd û zad li ber hişbûyînê ye. Li bajêr salê 800 hezar tun zad bi dest dikeve, lê eger di demeke nêz de baran nebare wê hemû hişk bibe û wê zirareke mezin bide aboriya bajêr.    QUTKIRINA CERYANÊ MEXDÛRIYET ZÊDETIR KIR    Lê belê piştî DEDAŞ’ê ceryana gelek gundên bajêr qut kir, cotkarên ku bi bîran erdên xwe av didan mexdûriyeta wan zêdetir bû. Li 280 gundên girêdayî Qoser, Nisêbîn, Dêrik û Artûklûyê ceryan hatibû birîn û 2 hefteyan nehatibû berdan. Ji ber vê yekê cotkarên ku bi ava bîran erdên xwe av didan, nikaribûn av bidin.    Cotkaran bi lêv kir ku wê bi hişkayiyê re betalî zêdetir bibe û cara ewil e ku di Adarê de ji ber nebûna avê erd terikiye. Cotkaran diyar kir ku eger wisa dewam bike, dê ev rewî bi awayekî zêde bandoreke neyînî li aboriya welat bike.