Meh û sal derbas bûn lê tu pêşketin di dosyeya Kirbayir de nîne 2018-04-05 09:13:57 QERS – Yek ji remza kesên di 12’ê Îlonê de di binçavan de hatin windakirin Cemîl Kirbayir e. Li gel ku dem û dewran di ser dosyeya Kirbayir de derbas bûn jî lê tu pêşketin di dosyeya wî de nîne. Serdozgerek û 4 dozger guherîn lê hêj doz venebûye.  Di 12’ê Îlona 1980’an de darbeya leşkerî li Tirkiyeyê pêk hat. Di 13’ê îlona 1980’î de leşkeran bi ser gundê Okcu yê girêdayî Goleya Erdexanê de girt. Leşker avêt ser mala Cemîl Kirbayir û leşkeran ew binçav kir. Kirbayir birin Fermandariya Alaya Piyadeya 247’emîn a li Gole û ew ji vir neqlî mala çavdêriya Qersê ya girêdayî 9’emîn Parleşkeriya Frmandariya Rewşa Awarte kirin. Kirbayir û 3 kesên pê re ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Qersê ve ji mala çavdêriyê ve hatin girtin û birin îşkencexaneya Enstîtûya Perwerdehiya Dede Korkut.    Tê fikirindin ku Kirbayir li vir di encama îşkenceya MÎT, polîs û leşkeran lê kir hatiye kuştin û lê hêj cenazeyê wî nehatiye dîtin.    BI SER BIRYARA KOMÎSYONÊ RE 7 SAL DERBAS BÛN    Komîsyona jêrîn a di bin banê Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM’ê de rapora têkildarî kesên di binçavan de hatin windakirin di nîsana 2011’an de temam kir. Di raporê de hat gotin ku Kirbayir “di binçavan de hatiye kuştin” û giliyê sûc kir û gihîşt encama darizandina lêpirsîna li Qersê. Her wiha komîsyonê derxistibû holê ku polîsên Kirbayir girtibûn “Du muçe îkramiye” jî dane wan.    Lê ancax di ser biryara komîsyonê de 7 sal derbas bûn, hêj der barê dozê de tu pêşketinek nîne û doz venebûye.    'MIN DERÎ VEKIRÎ HIŞT LÊ CEMÎL NEHAT’    Dayika Kirbayir, Berfo Ana jî bû remza Dayikên Şemiyê û di 105 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Berfo Ana beşek temenê xwe ya dirêj li pey têkoşîn û aqûbeta Kirbayir da. Berfo ana cih nema ku li Cemîlê xwe negeriya. Bi salan li Qada Galatasarayê li aqûbeta Cemîlê xwe pirsî. Berfo ana wiha digot: “Ji bo ku kurê min were min derî û baceyan vekirî hişt. Roj, meh û sal derbas bûn lê kurê min nehat. Heke ku kurê min miribe cenazeyê wî bidim min.”    HESTIYÊ KURÊ XWE NEDÎT Û ÇAVÊ XWE LI JIYANÊ GIRT   Berfo ana yek ji dayikên ku di 2’ê sibata 2011’an de bi Serokwezîrê wê demê Recep Tayîp Erdogan re hevdîtin kiribû ye. Li gel ku Erdogan û rayedarên hikumetê soz dan Berfo ana jî lê ev soz bicih nehatin. Bêyî ku hestiyên kurê xwe bibîne, çavê xwe li jiyanê girt û beriya jiyana xwe ji dest bide wiha wesiyeta xwe kiribû: “Min hestiyên kurê xwe nedît, min veneşêrin.” Dema ji bo Berfo ana gor kolandibûn, ji bo kurê wê Cemîl jî gorek kolandibûn.    SERDOZGEREK Û 4 DOZGER GUHERÎN LÊ…   Parêzerê malbat Kirbayir, Yaşar Kaya diyar kir ku li gel bi dehan sal derbas bûn jî hêj dosye nehatiye vekirin û got: “Dê dosyeya dozê di 2014’an de bihata vekirin. Lê feqet li Qersê ji 2014’an ve 4 dozger û serdozgerek hat guhertin. Lê hêj dosye venebûye. Dosye li korîdorên edliya Qersê li benda vebûnê ye. Em li bendê ne dosye vebibe û ev doz demil dest bigîhîje encamê.”   MA / Mahmut Ruvanas