Dozger tişta nebûyî kir: Di 23’yê Îlona 2018’an de hatiye qedexekirin 2018-04-05 09:13:00 WAN – Di îdanameya ku der barê belavkarên rojnameyan Şukran Erdem û Mizgîn Fendîk hat amadekirin de, ji bo Ozgurlukçu Demokrasiyê  “Ozgurlukçu Gundem” hat gotin û ji bo rojnameya di 22’yê Sibata 2018’an de wiha hat gotin: “Di 23’yê Îlona 2018’an de hatiye qedexekirin biryara berhevkirina nusxeyên hatine belavkirin.” Îdianame bi vî awayî hat qebûlkirin.  Der barê belavkarên Ozgurlukçu Demokrasî û Welatê Şukran Erdem û Mizgîn Fendîk de doz hat vekirin. Poîlsên sivîl di 22’yê Sibatê de dema Fendîk û Erdem li navenda Wanê rojname belav dikirin gotin “der barê we de îxbar heye” û ew binçav kiribûn û piştî îfadeyên wan ên li emniyetê hatibûn berdan. Dû re Serdozgeriya Komarê di nav 10 rojan de der barê herdu belavkaran de bi tawanbariya “Bêyî ku endamên rêxistinê bin bi zanebûnê alîkariya rêxistinê” îdianame amade kir. Wek hincet jî rojnameyên ku Fendîk û Erdem belav dikirin û polîsan ew desteser kirin.    Di îdianameya 3 rûpelî de hevpeyvîna Hevseroka Konseya Tenduristiyê ya Efrînê Ancela Reşo ya di rojnameyê de û nûçeyên der barê Roja Zimanê Zikmakî sûc hatin hesibandin.    HÎN JI BO BIRYARA BERHEVKIRINA ROJNAMEYÊ 5 MEH MAN E!    Di îdianameya ku demildest hat amadekirin de, dozgerî ji bo Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê “Ozgurlukçu Gundem” nivîsandiye. Dema Erdem û Fendîk hatin binçavkirin, der barê rojnameyê de biryara komkirinê tune bû, lê dîroka der barê berhevkirina rojnameyê ya di îdianameyê de cih digire nîşan dide ka îdianame çawa hatiye amadekirin. Di îdianameyê de ji bo rojnameya di 22’yê Sibata 2018’an de wiha hat gotin: “Di 23’yê Îlona 2018’an de hatiye qedexekirin biryara berhevkirina nusxeyên hatine belavkirin.”     ‘4 CARAN HATIM BINÇAVKIRIN’    Berhevkar Mizgîn Fendîk, diyar kir ku di nav çend mehan de 4 caran hatiye binçavkirin. Fendîk, diyar kir ku dema rojname belav dikir polîsan ew asteng dikir. Fendîk got: “Dema me rojname hildigirt û em dadiketin kuçeyan, teqez polîsekî em asteng dikirin. Ez çûbim kuderê hatime binçavkirin. Tim ji min re digotin ‘Tu vê rojnameyê ji bo kê belav dikî, tu pereyan ji rêxistinê re dişînî?’ Jixwe li holê tu delîleke şênber tune ye. Tekane sedem rojname ne.”    Belavkara rojnameyê Şukran Erdem jî, bal kişand ser derhiqûqiyê. Erdem anî ziman ku ji nûçeyên rojnameyê ew berpirsiyar hatine dîtin û got: “Dema me li kuçeyan rojname belav dikirin, ji ber ku polîsan em didîtin dihatin cem me û li rojnameyê dipirsîn. Berê jî min ev kar kir. Me rojnameyên mafê wê yê weşanê heye belav dikir. Hîn jî em fêm nakin ku ji bo çi sûc tê hesibandin. Bi salan e mirov aboneyên van rojnameyan e. Tekane armanca me ew e ku mirov bigihên nûçeyan.”    MA / Nimet Olmez