Hewesa kur bû çavkaniya debara bav 2018-04-05 09:06:54 EDENE – H. Tûtalê 13 salî, ku hewesdarê firfirokan e, piştî demekê ev azweriya wî bû sedema ku bav firfirokan çêke û ev yek bibe pîşe. Piştî ku li taxa wan daxwaza ji bo firfirokan zêde bû, Tûtalê 13 salî tevî bavê xwe kargeh vekir.  Li Taxa Barbaros a navçeya Seyhan a Edeneyê, H. Tûtalê 13 salî ku hewesdarê firfirokan e, piştî demekê çêkirina firfirokan ji bo wî bû pîşe. Tûtal hem diçe dibistanê hem jî firfirokên ku çê dike, li taxê difiroşe. Demek şûn de Tûtal karê xwe mezin kir û derfeta kar ji bo bavê xwe jî peyda kir. Heta çend sal berê jî Tûtal ji bo xwe firfirok çêdikirin û difirotin, lê belê piştî li taxa wan daxwaza ji bo firfirokan zêde bû vê carê biryar da ku firfirokan çêbike û bifiroşe. Tûtal bi desteka bavê xwe dikana di bin malê de kir atolyeya firfirokan.    ‘BI ÇÊKIRINA FIRFIROKAN PEREYAN QEZENC DIKIM’    Tûtal, bi lêv kir ku 5 sal berê ew ji bavê xwe hînî çêkirina firfirokan bûye û piştî ku zarokên taxê zêde daxwaza firfirokan kiriye, 2 sal berê wî dest bi vî akrî kiriye. Tûtal, anî ziman ku li taxê navê wî “Zarokê Firfirokvan” e û got: “Piştî min ji firfiroka ewil pere qezenc kir, li taxê gelek zarok min nas kirin. Paşê min ji bo herkesî çêkir. Serê sibehê diçim dibistanê û piştî nîvro jî ji bo zarokan firfirokan çêdikim û pereyan qezenc dikim. Vî pereyî hem ji bo xercaneya xwe xerc dikim hem jî alîkariya malbata xwe dikim. Piştî 2 salan şûn de min ji bavê xwe re got dikana di bin malê de ji min re veke. Niha malbata min jî alîkariya min dike.”    Tûtal, diyar kir ku zivistanê ew û bavê xwe nêzî hezar firfirokî çê dikin û got: “Zivistanêrojê herî kêm em 5 firfirokan çêdikin. Em firfirokên biçûk bi 2 lîre û nîvan, yên navîn bi 3 lîreyan û yên mezin jî bi 5 lîreyan difiroşin. Helbet hin kes sîparîşê jî didin. Ez firfirokên tên sîparîşkirin bi 20 lîreyî çêdikim. Havînan ez û bavê xwe rojê 50-70 lîreyî qezenc dikin. Em firfirokekê di 20 deqîeyan de çêdikin. Lê hin firfirokên mezin hene ku çêkrina wan zêde didome.”      Tûtal, destnîşan kir ku ew ê xwendina xwe bidomîne. Tûtal diyar kir ku şênyên taxa wan feqîr in û got: “Zarokên ku firofirokan dikirin hemû jî wekî me feqîr in. Ji ber vê ez bi erzanî çêdikim. Gelek zarok firfirokên xwe winda dikin û didin dû firfirokên xwe yên li hewayê benikên wan diqetin. Ji ber firfirok dûra diçin gelek jê dev ji firfirokên xwe berdidin. Ez jî carinan didin pêyî firfirokan. Eger gewdeya firfirokê saxlem be, ez wê firfirokê ji nû ve çê dikim. Yanî hêsan e.”    MA / Ergin Çaglar