ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-05 09:01:08 * Herî dawî Heyeta Îmraliyê di 5’ê Nîsana 2015’an de bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re hevdîtin çê kiribû. Bi dawîbûna hevdîtinan, qedandina pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê veguherî şikestinekê û 3 sal in li Tirkiyeyê felaket diqewimin. Tecrîda li Îmraliyê berbelavî tevahiya welat bûye. * H. Tûtalê 13 salî, ku hewesdarê firfirokan e, piştî demekê ev azweriya bû bû sedem ku çêkirina firfirokan jê re bibe pîşe. Piştî ku li taxa wan daxwaza ji bo firfirokan zêde bû, Tûtalê 13 salî tevî bavê xwe kargeh vekir.    * Qûra dowîzî û zêdebûna fiyetên zêran bandor li sektora zêrkeran jî kir. Zêrkeran anî ziman ku di piyaseyan de tirs û panik heye û xwestin demildest Rewşa Awarte bi dawî bibe.    * Yek ji berhemên dîrokî yê Wanê jî Pira Şeytan a li ser Robarê Bendî Mahî ye. Her çend qedexe be jî, wesayîtên bargiran di ser pirê de diçin û ev yek dibe sedema rewşên talûke.    *  Di îdanameya ku der barê belavkarên rojnameyan Şukran Erdem û Mizgîn Fendîk hat amadekirin de, ji bo Ozgurlukçu Demokrasiyê  “Ozgurlukçu Gundem” hat gotin û ji bo rojnameya di 22’yê Sibata 2018’an de wiha hat gotin: “Di 23’yê Îlona 2018’an de hatiye qedexekirin biryara berhevkirina nusxeyên hatine belavkirin.” Îdianame bi vî awayî hat qebûlkirin.    * Ahmet Ayaz ê 99 salî 40 sal e di mehên biharê de derdikeve gelî, deşt û çiyayên li Wanê û nebatan berhev dike. Ayaz van nebatan li bajêr difiroşe, hem debara malbata xwe pê dike û hem jî şîfayê belav dike.    * Piştî 44 salan cara ewil e ku hişkesalî çê bûye. Ji ber hişkesayiyê û qutbûna ceryanê, 321 hezar û 606 hektar erd ji ber neavdanê li ber hişkbûyînê ye.    * Yek ji remza kesên di 12’ê Îlonê de di binçavan de hatin windakirin Cemîl Kirbayir e. Li gel ku dem û dewran di ser dosyeya Kirbayir de derbas bûn jî lê tu pêşketin di dosyeya wî de nîne. Serdozgerek û 4 dozger guherîn lê hêj doz venebûye.    * Danişîna doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya GAR'a enqereyê dê di roja duyemîn de berdewam bike.    * Rêxistina HDP'ê dê têkildarî binçavkirinên duh li avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê civîna çapemeniyê pêk bîne. (09:00)    * Sendîsayên Çiftçi Sen, Tarim Orkam Sen, ZMO, KMO, TZD, têkildarî firotina fabrîqeyên şekir dê li lokala ZMO daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)    * Baroya Amedê û gelek baroyên din dê têkildarî 5'ê Nîsanê hefteya parêzeran daxuyaniyê bidin çapemeniyê û balê bikişînin ser mafê parastinê. (11:30)   * Rêxistina HDP'e ya Stenbolê, dê têkildarî Santrala Nukleerê ya Akkuyu li Parka Maçka daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê dê têkildarî rewşa girtîgehan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)