Polîsan avêt ser avahiya HDP’ê ya Avcilarê 2018-04-04 22:49:38   STENBOL- Polîsan avêt ser avahiya HDP’ê ya Avcilarê. Hevserokên HDP’a Avcilarê Şebnem Degerlî û Mahmût Çakan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Danê êvarî polîsan avêt ser avahiya HDP’ê ya Avcilara Stenbolê. Hevserokên HDP’a Avcilarê Şebnem Degerlî û Mahmût Çakan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku ji kesên hatine binçavkirin hin jê zarok in û nehat hînbûn ka çend kes hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku jin birine Qereqola Fîrûzkoyê û mêr jî birina Qereqola Avcilarê. Di avêtina ser avahiyê de polîsan amûrên li avahiyê belawela kirin û hîn jî nayê zanîn ka ji bo çi avêtine ser avahiyê.