Pûtîn, Erdogan û Ruhanî: Biryara pêşeroja Sûriye dê gelê Sûriye bide 2018-04-04 17:09:12   ENQERE - Civîna bilind a Serokê AKP'ê Erdogan, Serokê Rûsya Putin û Serokê Îranê Ruhanî ya li Tirkiye bi dawî bû. Piştî civînê tevahiya axa Sûriye hat xwestin. Dîsa hat diyarkirin ku Efrînê teslîmî rejîmê bikin   Civîna di navbera Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan, Serokê Rusya Vladimir Putîn û Serokê Îranê Hasan Ruhanî de bi dawî bû. Piştî civînê li Qesra Erdogan civîna çapemeniyê pêk anîn.    ERDOGAN: ARAMÎ LI SÛRIYE ÇÊNEBE  LI TIRKIYE JÎ ARAMÎ ÇÊNABE   Serokê AKP'ê Erdogan, 8'emin nokteya çavdêriyê ya li Idlibê biryarbûna me nîşan dide. Tevahiya axa Sûriye giredayî xelaskirina rêxistinên terorê ye. Tirkiye welatê herî zêde li dıjî DAEŞ’ê têdikoşe ye. welatê herî zêde bedel dide em in. Têkoşînek din jî em li dijî YPG’ê didin. Parastina axa Sûriye girêdayî rêxistinên terorê ye.    RUHANÎ: GELÊ SÛRIYE DÊ BIRYARA XWE BIDE   Serokê dewleta Îranê Hasan Ruhanî jî anî ziman ku hin rêxistinên terorê petrola axa Sûriye difiroşin û wiha got: "Hin hêzên cîhanê di serî de DYA dixwestin DEAŞ û rêxistinên wekî wê demek dirêj li ser axa me bijîn. Wan xwest van rêxistinan bikar bînin. Pirsgirêka Sûriye bi leşkerî nayê çareserkirin. Divê rêyên aştiyane bên şopandin. Divê em bibin alîkarê wan ku li malên xwe vegerin. Tu welat ji bo pêşeroja Sûriye ne xwedî mafê biryarê nin. Gelê Sûriye dê biryara pêşeroja xwe bide. Divê tev li hilbijartinê bibe, referanduma  qanûna bingehîn bixwaze û bi hilbijartina azad pêşeroja xwe diyar bike. Roja Cejdê dê bibe roja dawîlêhatina şer.    PUTÎN: ME YEKPARIYA AXA SÛRIYE TEYÎT KIR   Herî dawî Putin jî anî ziman ku wan mutabakatên gelek girîng girtin dest û belavokên hevpar îmze kirin. Bi xêra Rusya, Tirkiye û Îranê me darbeyên girîng li rêxistina terorê xist. Hin kes dixwazin şerê mezhebî û nijadî kor bikin. Rusya, Tirkiye û Îran, yekpariya axa Sûriye teyît kir.  Ji îro û şûnde alternatifa Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriye tune ye.