4’ê Nîsanê li Şirnex û Mêrdînê hat pîrozkirin 2018-04-04 16:54:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçe û navendên Şirnex, Mêrdîn û Rihayê gelek welatî li hev kom bûn, roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û xwestin tecrît bi dawî bibe.   Rêxistinên HDP û DBP’ê yê Şirnexê, di pîrozbahiyên 69'emîn salvegera 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kom bûn.  Şahî li salona konferansê ya avahiya HDP’ê pêk hat, endamên HDP, DBP û gelek welatî beşdar bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, şahî destpêkir û di şahiyê de Hevseroka DBP’ê ya Şirnexê Ayşe Altay axivî û rojbûna Ocalan pîroz kir.   'TECRÎTÊ LI DIJÎ HEMÛ GELAN PÊK TÎNIN'   Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez jî, di şahiyê de axivî  û wiha got: “Tecrîta li dijî Ocalan pêk tê, di heman demê  de li dijî hemû galan pêk tê. Divê demildest tecrîta li ser Ocalan bi dawî bikin û ji bo çareseriyê pêngavan bavêjin.    HEVJÎNÊ MEHMET TUNC PASTE BIRΠ   Piştî axaftinan hevjînê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê di bodrumên Cizîrê de hat kuştin Zeynep Tunç û dayîka Hediye Kulter a di qedexeyên derketina derve de hat kuştin Leyla Kulter paste birîn.    Piştî birîna pasteyê, tilîlî hatin berzkirin û guvend hat gerandin.   MÊRDÎN     Li navçeyên Nisêbîn, Qoser, Midyata û navenda Mêrdînê jî 4’ê Nîsanê hat pîroz kirin û şahî hatin lidarxistin. Gelek kes beşdarî pîrozbahiyên li avahiyên HDP û DBP’ê yên navçeyan bûn. Di şahiyan de guvend hatin gerandin û daxwaza bi dawî anîna tecrîtê hat kirin.    RIHA   Li navçeya Wêranşehîra Rihayê jî roja rojbûna Ocalan hat pîrozkirin. Pîrozbahî li avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeyê pêk hat û gelek kes beşdarî pîrozbahiyên bûn. Di pîrozbahiyê de Hevserokê HDP’ê yê Wêranşehîrê Mehmet Alî Hançer axivî û wiha got: “Meşa me ya Amara asteng kirin. Em Ocalan silav dikin. Em îro 69’emîn rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Emê bi demokrasiyê faşîzmê têk bibin.” Piştî axaftê, dirûşme û tilîlî hatin berz kirin û guvend hat gerandin.