Li ber NY'ê qîr kirin: Li Efrinê êrîşî vîna azad a jinê dikin 2018-04-04 16:05:07 CENEVRE - Çalakiya grava birçîbûnê ya ji bo parastina Efrinê li pêş Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî (NY) 17 roj berê dabûn destpêkirin berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 17'an de Tevgera Jinên kurd ên Ewropa (TJK-E) dewir girtin. Jinan li pêş avahiyê alên xemrî vekirin û gotin: "Li Efrînê armanca êrîşê vîna jina azad e."  Tirkiye bi hêza TSK û OSO di 20'ê Çile de li dijî Efrînê şer da destpêkirin. Şer û dagirkeriya li ser Efrînê di roja 74'an de berdewam dike. Di roja 58'an de komên OSO ketin nava Efrînê û li talanê milet xistin. Piştî talankirin û wêrankirina li Efrînê dest pê kir û komkujiya welatiyan zêde bû siyasetmedarên kurd ku ji parlamenterên HDP'ê, hevşaredar, rojnameger, werzîşvan 17 roj berê dest bi grava birçîbûnê kirin. Siyasetmedaran, li pêş Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî (NY) 17 roj berê çalakî dan destpêkirin berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 17'an de Tevgera Jinên kurd ên Ewropa (TJK-E) dewir girtin. Jinan li pêş avahiyê alên xemrî vekirin û gotin: "Li Efrînê armanca êrîşê vîna jina azad e." Piştî 11 rojan endamên PYD'ê çalakî berdewam kirin. Niha jî endamên TJK-E'e çalakî dewir girtin. Jinan ji ber rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, nepoxên ku wêneyê Ocalan li ser in firandin. Endamên TJK-E dê heta 8'ê Nîsanê çalakiya xwe berdewam bikin. 40 jinan çalakî dewir girt. Koma Jinan a feminist ên Swêd jî piştgiri da çalakiyê. Jinan di roja ewil de panel pêk ani. Jin ji bo rayedarên NY û cemaweriya Ewropa têxin nava tevgerê dê aktivîstên cuda pêk bînin. Jinên endamên YPJ'ê yên di şerê Kobanê û herêmên din ên Federasyona Sûriyeya Bakur de li dijî DAIŞ'ê birindar bûn jî piştgirî dan çalakiyê. Jinan di çalakiyê de belavok belav kirin û diyar kirin ku di şerê Efrînê de herî zêde jinan dikin hedef û armanca wan vîna jina azad e.    Jinan bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha gotin: "Birêz Ocalan 19 salin di bin tecrida giran de ye. CPT têkildarî ziyareta xwe rapora xwe 2 sal şûnde aşkere kirin. Li ser daxwaza Tirkiye rapor 2 sal şûnde hat aşkerekirin. Beriya Operasyona li ser Efrînê zext li ser Ocalan kirin. Em bang li NY û CPT dikin ku li ser rayedaran zextan bimeşînin.